
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşên Îranê yên li ser nivîsîngeha xwe ya taybet û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û tekez kir ku eew êrîş wan ji bicihanîna erkên wan û parastina welatiyên wan paşve nabin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir û tê de êrişên Îranê yên li ser nivîsîngeha xwe ya taybet û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Li gorî lêkolîn û zanyarên piştrastkirî yên Dijeterora Kurdistanê, îro nivîsgeha min a taybet û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê di êrîşeka dronên Îranî de hatine armanckirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha gotiye: “Ez van êrişên nerewa û qebûlnekirî bi tundtirîn awa şermezar dikim.” Wî amaje jî daye: “Ev pêngaveka xeter e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye: “Ev êriş qet nikarin me ji berdewambûna me ya li ser bicihanîna erkên me û parastina welatiyên me rawestînin.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Li gorî lêkolîn û zanyarên piştrastkirî yên Dijeterora Kurdistanê, îro nivîsgeha min a taybet û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê di êrîşeka dronên Îranî de hatine armanckirin.”
Ez van êrişên nerewa û qebûlnekirî bi tundtirîn awa şermezar dikim. Ev pêngaveka xeter e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê.
Ev êriş qet nikarin me ji berdewambûna me ya li ser bicihanîna erkên me û parastina welatiyên me rawestînin.


