FlaşPolîtîk

Qonaxeke nû di pêvajoya bêçekkirina PKKê de: Plana sê xalî li ser maseyê ye

Piştî ku PKKê xwe fesih kir û biryara danîna çekan da, ji bo çekên di destê PKKê de nekevin destê hêzên din de, di çerçoveya “Tirkiyeya Bê Teror” de, planek ku ji 3 xalê pêktê dê bê pêkanîn.

Çekên ku bi hevkariya Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) û Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) bêne berhevkirin: hinek ji çekan didin Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Hinek dikarin bi awayekî veguhrînin û bêne nûjenkirin û hinekan jî dikarin bifroşin wlatên din daku feydeyek bighe maliya Tirkiye.

LIJNEYA ÇAVDÊRIYÊ DEST BI XEBATÊ XWE DIKE
Li gorî rojnameyaYeni Şafak a Tirkî, burokrasiya ewlehiyê ji bo şopandina gavên bêçekkirina rêxistinê û rêgirtina li veguhestina çekan bo herêm an komên cûda di çarçoveya pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” de tedbîr girtiye. Lijneya Çavdêrî, Koordînasyon û Pêkanînê, ku di çarçoveya Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî de hatiye damezrandin, dê bi civîna xwe ya yekem a roja Duşemê bi fermî dest bi xebata xwe ya nasname û verastkirina meydanî bike.


Çek û cebilxaneya ku di bin çavdêriya MÎTê de ji hêmanên MSB re werin veguheztin dê bi awayekî ferdî werin tomar kirin. Ji bo pêşîgirtina li kêmasiyên potansiyel an hewldanên qaçaxçîtiyê, mîqdara ku li meydanê tê wergirtin dê bi daneyên heyî yên ku ji hêla yekîneyên îstîxbaratê ve têne girtin re were berhev kirin. Piştî tedbîrên ewlehiyê, envantera berhevkirî dê di sê kategoriyên cûda de were dabeşkirin.

Li gorî planê, di nav çekên radestkirî de, pergalên dronan ên herî pêşketî û yên ku nayên bikaranîn û çekên konvansiyonel ên ku li gorî standardên NATOyê ne, piştî vekolînan dê di envantera Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de cih bigirin. Cebilxaneya ku ji bo karanîna leşkerî ne guncaw tê hesibandin dê were helandin û ji nû ve were bikar anîn; madeya xav a ku derdikeve holê dê di projeyên Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, Wezareta Çandinî û Daristanan, û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê de were bikar anîn.

FIROŞTIN Û GUHERTIN BI WELATÊN SÊYEMÎN RE

Çek û cebilxaneyên ku ji bo envanterên leşkerî yên welatên cuda guncaw in dê bi rêya danûstandinên ku ji hêla Xezîneyê ve têne kirin werin firotin an guhertin. Armanca vê rêbazê ew e ku nirxa aborî ya materyalên radestkirî rasterast wekî dahat ji Xezîneyê re were veguheztin.

Back to top button