Cîhan
Israil li Tirkiye bûyerên 1915ê wek”komkujiya Ermeniya” qebûl kir..
29/06/2026
Israil li Tirkiye bûyerên 1915ê wek”komkujiya Ermeniya” qebûl kir..
Hikûmeta Îsraîlê li Tirkiye bûyerên 1915an wekî “Komkujiya Ermeniyan” naskir. Ev yek bû sedema bertekek tund a Enqere. Wezareta Karên…
Eraqçî: Min peyama rêberê Îranê ji serokwezîrê Iraqê re aniye…
28/06/2026
Eraqçî: Min peyama rêberê Îranê ji serokwezîrê Iraqê re aniye…
Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje ku hinardekirina petrolê ya welêt ji ber alozî û şerên li herêmê asteng bûye. Di…
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
27/06/2026
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Peymana di navbera hikûmeta Libnanê û Îsraîlê de, li Washingtonê bi navbeynkariya Amerîkayê hat îmzekirin. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Îsraîl û Libnan gihîştine peymanekê. Vegera xelkê ya li malên wan Balyozê Libnanê yê Amerîkayê li ser girîngiya vê peymanê anî zimên, “Armanca me ya sereke ew e ku em alîkariya xelkê bikin da ku vegerin ser cih û warên xwe.” Amerîkayê ji bo rawestandina şerê li herêmê demeke dirêj e di navbera her du welatan de navbeynkarî dikir. Piştî gera 5an a dan û standinên rasterast ên di navbera Îsraîl û Libnanê de ku li Washingtona paytexta Amerîkayê hatin kirin, di navbera her du welatan de peymana çarçoveyê hat îmzekirin. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Balyoza Libnanê ya Washingtonê Nada Hamadeh û Balyozê Îsraîlê yê Washingtonê Yechiel Leiter beşdarî merasîma li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bûn. “Pêngava yekem a pêvajoyeke dijwar” Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di axaftina xwe ya li merasîma îmzekirinê de ev peyman wekî “pêngava yekem a pêvajoyeke dirêj û dijwar” pênase kir û anî zimên: “Em îro kêfxweş in ku bi navbeynkarî û piştgiriya Amerîkayê peymaneke çarçoveyê ya di navbera hikûmeta serwer a Libnanê û hikûmeta Îsraîlê de radigihînin. Ev pêvajoyek e ku ji bo aştî û ewlehiya mayînde dest bi avakirina çarçoveyekê dike.” Armanc aştî û aramiya Libnanê ye Rubio destnîşan kir ku xelkê Libnanê bi salan e ji ber destwerdanên (midaxele) derve gelek êş kişandiye. Wî diyar kir ku ew dixwazin welat ji nû ve bibe xwedî avahiyeke di nav aştî û aramiyê de û li pey çû: “Wekî ku min îro jî got, em di destpêka vê pêvajoyê de ne. Rêyeke dirêj li pêşiya me heye lê ev pêngava ewil gelekî krîtîk e.” “Heta Hizbulah bêçek nebe Îsraîl venakişe” Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu eşkere kir ku peymana çarçoveyê ya hatiye îmzekirin rê dide ku artêşa Libnanê li wan herêmên pîlot ên hatine diyarkirin were bicihkirin û diyar kir: “Bicihkirin dê di du qonaxan de pêk were lê belê heta ku Hizbulah bêçek nebe dê Îsraîl ji herêmê venekişe.”
Amerîkayê êrişî Îranê kir
27/06/2026
Amerîkayê êrişî Îranê kir
Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan îro li Îranê operasyoneke asmanî pêk aniye. Li gorî CENTCOMê, ev êriş wekî bersiveke tund a ji bo êrişa doh a li ser keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmizê hatiye kirin. Li depoyên dron û mûşekan hat xistin CENTCOMê diyar kir ku balafirên Amerîkayê li depoyên mûşek û dronan û sîstemên radarê yên li qeraxên Îranê xistiye. Îranê 25ê Hezîranê bi droneke kamîkaze li keştiya “M/V Ever Lovely” dabû. Ew keştiya bar a bi alaya Sîngapurê dema ku li nêzîkî qeraxên Umanê ji Tengava Hurmizê derdiket bû armanca êrişê. “Peymana agirbestê hat binpêkirin” CENTCOMê diyar kir ku vê êrişa Îranê ya li ser keştiyên bazirganiyê bi awayekî eşkere peymana agirbestê bin pê kiriye. Her wiha hat destnîşankirin ku tevgerên metirsîdar ên Îranê azadiya gerîna deryayî ya li vî korîdora bazirganiya navneteweyî têk dibe. Hêzên CENTCOMê koordînasyona ji bo derbasbûna silamet a keştiyên bazirganiyê ya li tengavê didomînin. Artêşa Amerîkayê ragihand ku ew li herêmê hişyar in da ku piştrast bin Îran pêbendî hemû xalên peymanê dimîne. Medyayê Îranê ji ragihand ku li bajarê Sîrîkê yê Hurmizganê dengê teqînan hatiye.
Waşinton bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer difiroşe Tirkiyeyê
26/06/2026
Waşinton bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer difiroşe Tirkiyeyê
Îdareya Amerîkayê plan dike ku bi bihayê 700 milyon dolaran motorên balafirên şer bifiroşe Tirkiyeyê. Ev pêngav wekî nîşaneka siyasî…
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir
26/06/2026
Amerîka û welatên Kendavê bangî Îranê kir
Di daxuyaniya hevbeş a Amerîka û welatên Encumena Hevkariya Kendavê de hat destnîşankirin ku aramî û ewlehiya mayînde ya li herêmê, bi rakirina hemû gefan ve girêdayî ye. Wezîran diyar kir ku divê bernameya mûşekên balîstîk a Îranê, dron û piştgiriya wê ya ji bo komên çekdar bi dawî bibe. Her wiha eşkere kirin ku her cure veberhênana aborî û hevkariya bi Tehranê re, bi pêbendiya Îranê ya bi peymana dawî û rawestandina çalakiyên wê yên ku aramiyê xera dikin ve girêdayî ye. Civîn doh li Manamaya paytexta Behreynê hat lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf Raşîd Zeyanî serokatiya civînê kir. Marco Rubio ragihand ku pêbendiya Washingtonê ya ji bo parastina ewlehiya welatên Kendavê nayê guhertin. Wezîran kêfxweşiya xwe ya li ser peymana di navbera Amerîka û Îranê de anî ziman û pesnê rola navbeynkariyê ya Pakistan û Qeterê da. Her wiha tekez kirin ku divê ji bo rêlibergirtina çekên nukleerê dan û standin bidomin. Li ser Tengava Hurmizê jî bang hate kirin ku trafîka deryayî yekser asayî bibe. Wezîran diyar kir ku çûn û hatina deryayî ya azad û bêmerc yek ji hîmên sereke yên ewlehiya cîhanî ye. Di daxuyaniyê de her cure hewldana ji bo kontrolkirina tengavê yan jî sepandina bac û xerciyan hate redkirin. Her wiha amadehî û plana ji bo derxistina zêdetirî 11 hezar deryavanên ku li herêmê asê mabûn bi dilxweşî hat pêşwazîkirin. Ewlehiya Îraq, Kuweyt û nûnertiyên dîplomatîk Wezîran êrişên “komên alîgirên Îranê yên li Îraqê” yên li ser welatên Kendavê û binesaziya enerjiyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de piştgiriya tam ji bo hewldanên hikûmeta nû ya Îraqê ya di bin serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî de hate nîşandan ku dixwaze çek tenê di destê dewletê de bin. Li aliyê din, li gorî biryara 833an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, hat xwestin ku rêz li serwerî û sînorên bejahî û deryayî yên Kuweytê bê girtin. Bangî hikûmeta Îraqê hat kirin ku pêbendî berpirsyariyên xwe yên navneteweyî be û ji bo parastina balyozxaneyan li hemberî a gefan tedbîran wergire da ku nûnertiyên dîplomatîk nebin armanca êrişan. Sûriye û Libnan Wezîran piştgiriya xwe ya ji bo gelê Sûriyeyê ducare kir ku dewleteke serwer, aram û ewle ava bikin. Hat ragihandin ku dê bi hikûmeta Sûriyeyê re ji bo têkoşîna li dijî terorê, dabînkirina xizmetguzariyên giştî û vegera xwebexş a koçberan hevkarî bidome.…
Venezuelle bi du erhejên bi hêz hejiya
25/06/2026
Venezuelle bi du erhejên bi hêz hejiya
Rewşa li Venezuelayê piştî du erdhejên mezin her saetek xirabtir dibe. Hejmarên fermî nîşan didin ku heta niha 164 kes…
Senatoyê desthilatdariya Trump a şer sinordar kir
24/06/2026
Senatoyê desthilatdariya Trump a şer sinordar kir
Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşnûmeqanûnek pejirand ku destûrê dide çalakiyên leşkerî yên li dijî Îranê, bi armanca sînordarkirina çalakiyên…
12 milyar dolarê Îranê tên azadkirin
23/06/2026
12 milyar dolarê Îranê tên azadkirin
Piştî danûstandinên teknîkî yên di navbera Tehran û Washingtonê de li Swîsreyê, Amerîkayê biryara rakirina dorpêça li ser petrola Îranê…
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îstfa kir.
22/06/2026
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îstfa kir.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer bi fermî destkişandina xwe ji serokatiya hikûmetê û serokatiya Partiya Karkeran ragihand. Keir Starmer îro 22ê…
Lûtkeya dîrokî li Swîsreyê! Gera yekem a danûstandinan di 18 demjimêran de bi dawî bû.
22/06/2026
Lûtkeya dîrokî li Swîsreyê! Gera yekem a danûstandinan di 18 demjimêran de bi dawî bû.
Gera yekem a danûstandinên çar alî yên di navbera Îran û DYAyê de, bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê, li Bürgenstock…
Gera nû ya danûstandinên Amerîka-Îranê..
21/06/2026
Gera nû ya danûstandinên Amerîka-Îranê..
Biryar e roja Yekşemê li Swîsreyê hevdîtinek nû ya danûstandinên hesas di navbera Washington û Tehranê de dest pê bike.…
Serokê berê yê Amerîkayê Obama:Rewşa Amerikayê piştî li hevhatina Îranê re xirabtir dibe.!
20/06/2026
Serokê berê yê Amerîkayê Obama:Rewşa Amerikayê piştî li hevhatina Îranê re xirabtir dibe.!
Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama di hevpeyvînekê de bi NBC News re rêveberiya Trump tawanbar kir û îdia kir…
Operasyona li Şaredariya Adalar: Tevî Şaredar Alî Ercan Akpolat! Gelek kes hatin girtin..
19/06/2026
Operasyona li Şaredariya Adalar: Tevî Şaredar Alî Ercan Akpolat! Gelek kes hatin girtin..
Operasyonê li dijî şeredariyên CHPê berdewamin. Li gelek bajar û navçeyan de lidijî şeredariyên di destê CHPê de bi mebesta…
Trump û Pizîşkiyan “Peymana Îslamabadê” îmze kir
18/06/2026
Trump û Pizîşkiyan “Peymana Îslamabadê” îmze kir
Ajansa nûçeyan a Îranê (IRNA) berbenga îro 18ê Hezîrana 2026an belav kir, Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Amerîkayê Donald…