
Di daxuyaniya hevbeş a Amerîka û welatên Encumena Hevkariya Kendavê de hat destnîşankirin ku aramî û ewlehiya mayînde ya li herêmê, bi rakirina hemû gefan ve girêdayî ye.
Wezîran diyar kir ku divê bernameya mûşekên balîstîk a Îranê, dron û piştgiriya wê ya ji bo komên çekdar bi dawî bibe.
Her wiha eşkere kirin ku her cure veberhênana aborî û hevkariya bi Tehranê re, bi pêbendiya Îranê ya bi peymana dawî û rawestandina çalakiyên wê yên ku aramiyê xera dikin ve girêdayî ye.
Civîn doh li Manamaya paytexta Behreynê hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf Raşîd Zeyanî serokatiya civînê kir.
Marco Rubio ragihand ku pêbendiya Washingtonê ya ji bo parastina ewlehiya welatên Kendavê nayê guhertin.
Wezîran kêfxweşiya xwe ya li ser peymana di navbera Amerîka û Îranê de anî ziman û pesnê rola navbeynkariyê ya Pakistan û Qeterê da.
Her wiha tekez kirin ku divê ji bo rêlibergirtina çekên nukleerê dan û standin bidomin.
Li ser Tengava Hurmizê jî bang hate kirin ku trafîka deryayî yekser asayî bibe.
Wezîran diyar kir ku çûn û hatina deryayî ya azad û bêmerc yek ji hîmên sereke yên ewlehiya cîhanî ye.
Di daxuyaniyê de her cure hewldana ji bo kontrolkirina tengavê yan jî sepandina bac û xerciyan hate redkirin.
Her wiha amadehî û plana ji bo derxistina zêdetirî 11 hezar deryavanên ku li herêmê asê mabûn bi dilxweşî hat pêşwazîkirin.
Ewlehiya Îraq, Kuweyt û nûnertiyên dîplomatîk
Wezîran êrişên “komên alîgirên Îranê yên li Îraqê” yên li ser welatên Kendavê û binesaziya enerjiyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de piştgiriya tam ji bo hewldanên hikûmeta nû ya Îraqê ya di bin serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî de hate nîşandan ku dixwaze çek tenê di destê dewletê de bin.
Li aliyê din, li gorî biryara 833an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, hat xwestin ku rêz li serwerî û sînorên bejahî û deryayî yên Kuweytê bê girtin.
Bangî hikûmeta Îraqê hat kirin ku pêbendî berpirsyariyên xwe yên navneteweyî be û ji bo parastina balyozxaneyan li hemberî a gefan tedbîran wergire da ku nûnertiyên dîplomatîk nebin armanca êrişan.
Sûriye û Libnan
Wezîran piştgiriya xwe ya ji bo gelê Sûriyeyê ducare kir ku dewleteke serwer, aram û ewle ava bikin.
Hat ragihandin ku dê bi hikûmeta Sûriyeyê re ji bo têkoşîna li dijî terorê, dabînkirina xizmetguzariyên giştî û vegera xwebexş a koçberan hevkarî bidome.
Li ser Libnanê jî dan û standinên di navbera Îsraîl û Libnanê de yên bi navbeynkariya Amerîkayê bi dilxweşî hatin pêşwazîkirin.
Wezîran destnîşan kir ku serweriya tam a Libnanê tenê bi bêçekkirina hemû komên çekdar û kontrolkirina hêza çekdar a ji aliyê dewletê ve pêkan e.
Xeze û plana Trump
Wezîran piştgiriya xwe ji bo plana berfireh a Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo bidawîanîna şerê li Xezeyê nîşan da.
Marco Rubio ji ber “beşdariya dîrokî” ya welatên Kendavê ya di “Encumena Aştiyê” ya ji bo avakirina Xezeyê de spasiya wan kir.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû komên çekdar ên li Xezeyê werin bêçekkirin û birêvebirî ji komîteyeke sivîl û serbixwe ya Filistîniyan re were hîştin.
Wezîran her wiha pesnê helwesta birêvebiriya Trump a li dijî dagirkirina Şerîeya Rojava ya ji aliyê Îsraîlê ve da.


