
Biryar e roja Yekşemê li Swîsreyê hevdîtinek nû ya danûstandinên hesas di navbera Washington û Tehranê de dest pê bike. Ev danûstandin di demekê de tên ku Tehran gefê li girtina Tengava Hurmuzê dixwe û agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de herdemî dikare ji holê rabe.
Mijarên sereke yên danûstandinan bernameya nukleerî ya Îranê, agirbesta li Lubnanê, Tengava Hurmuz û dorpêçên aborî ne.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance berî ku biçe Swîsreyê got, “Ez difikirim ku em hem di mijara nukleerî û hem jî di agirbesta li Lubnanê de pêşketinê çêbikin. Ev du mijarên bingehîn in ku em ê li ser wan bisekinin.” Jared Kochner û Steve Witkoff jî wekî tîma teknîkî ya Amerîkayê amade ne.
Heyeta Îranê, bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalibaf, Wezîrê Derve Abbas Iraqçî û Serokê Banka Navendî Abdul Nasser Hîmatî, gihîşt Swîsreyê. Berdevkê Wezareta Derve Îsmaîl Baghaei got, Heyetame daxwaza bicîhanîna erkên aliyê din dike.”
Her çend serokê Amerikayê û serokkomarê Îranê berê peymanek ji bo bidawîanîna şer îmze kiribûn jî, Odeya Operasyonên Hêzên Çekdar ên Îranê (Xatem-ul-Enbiya) got ku ew ê Tengava Hormuzê ji ber “binpêkirinên Amerîkî” û “êrîşên berdewam ên Îsraîlê” ji bo keştîvaniyê bigire.
Di bersivê de, Donald Trump di Truce Social de hişyarî da ku heke danûstandin bi ser nekevin, Washington dê bacên taybetî li ser trafîka deryayî ya li tengavê ferz bike.
Hevdîtin, ku biryar bû roja Înê dest pê bikin, ji ber pevçûnên li başûrê Lubnanê hatin paşxistin. Îsraîlê got ku pênc leşkerên wê hatine kuştin, û Hizbullah got ku wan kemînek li hêzên Îsraîlê yên ku hewl didan bikevin herêma wan daniye.
Tê payîn ku danûstandin du mehan berdewam bikin. Pakistan û Qeter wekî navbeynkar beşdarî civînên li Swîsreyê dibin, bi armanca dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku di peymana destpêkê de jî nehatibû çareserkirin.


