CîhanFlaş

Operasyona li Şaredariya Adalar: Tevî Şaredar Alî Ercan Akpolat! Gelek kes hatin girtin..

Operasyonê li dijî şeredariyên CHPê berdewamin. Li gelek bajar û navçeyan de lidijî şeredariyên di destê CHPê de bi mebesta Gendeliyê operasyon têne li darxistin û tevî şeredaran gelek kes têne girtin.

Îro serê sibehê li dijê Şeredariya Adalar aa girêdayê Stanbulê jî operasyon bi vî cureyî hate kirin.

Operasyonek li dijî Şaredariya Adalar a Stanbulê ya bi serokatiya CHPê hat lidarxistin. 41 kes, tevî Şaredar Alî Ercan Akpolat, hatin binçavkirin. Di daxuyaniyekê de ji Serdozgeriya Giştî hat gotin, “Lêpirsînek li dijî gumanbaran ji ber sûcên ‘Bertîl, Zordestî, Sextekirina Belgeyên Fermî, Avakirin û Birêvebirina Rêxistinekê ji bo Kirina Sûcan, Binpêkirina Qanûna Hejmar 2863, û Xerakirina Erkê’ hatiye destpêkirin.”

Operasyonek li dijî Şaredariya Adalar hat lidarxistin. Fermana girtinê ji bo 47 gumanbaran hat dayîn. Di operasyonên hevdem de ku li 4 parêzgehan, ku navenda wan Stenbolê ye, hatin kirin, 41 gumanbar hatin girtin û binçavkirin.

Back to top button