Nivîsar

Çareseriya bênav û bêçekkirina PKKê

Ev demek e li Tirkiyê pêvajoyek heye, qaşo ”Pêvajoya Kurd” e, lê ne navê wê heye û ne jî naveroka wê diyar e. Herweha du-sê kesên ku wek aktor derketine holê û li def û zirneyê dixin jî, ne Kurd in; Sirî Sureya Turkmen e, Perwîn Buldan jî Ereb. Bi vê yekê dixwazin deka LOZANê di vê Sedsalala Bîstûyekê de jî têxin rewacê.

Dema meriv li niviştoka Enqere, Îmrali û Edirneyê dinere û axaftinê wan tehlîl dike, peyveke ku navê Kurd, Zimanê Kurdî û Kurdistan nayên dîtin.

Dewlet Baxçeliyê Ermen ku dinya tev pê dizane ew nijadperestekî Tirk e û dijminatiya Kurdan dike, her kes dizane ku ev helwesta wî ne ji bo mesleheta Kurdan e.

Li Tirkiyê du dewlet hene; yek dewleta fermî ye, ya din jî dewleta veşartî ye. Dewleta veşartî ji sed kesan pêktê. Niha 30 kes ji wan sekitî ne, lê 70 kes dijîn. Piraniya wan jî salxur in, serê wan diheje, destên wan dilerize û hişê wan çeliqiye. Ew ne dikarin li pêşeroja Tirkiyê bisêwirin û ne jî haya wan ji dinyaya medenî heye. Lê ew qalibê ku wan di serê pêşî de gitiye, her li wê gorê dipeyivin û dilipikin.

Ev Pêvajoya Bênav ku niha dixwze ango PKK dest ji çekan berde, rast e û wê PKK dest ji çekan berde jî. Ji ber ku PKK ji aliyê Kemalîstan ve hatiye avakirin û niha êdî mesleheta wan di çekdariya PKKê de nemaye. Ji ber hindê dixwazin ku projeya PKKê bi rengekî cuda bidin domandin.

Roja pêncê Gulanê wê li bajarê Silêmaniyeya Başûrê Kurdistanê kongreya PKKê lidar bixin. Diyar e ku dem hatiye û wê PKKê ji holê rakin. Ji ber ku hemû dewletên dinyayê, NATO, YN û hêzên demokrat û yên mirovatî tev tesbît kirine ku sal 1976 PKK ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avakirin. Abdulah Ocalanê Ermen jî eşkere di pirtûkên xwe de nivîsiye ku Parastina Tirkiyê (MÎT) 6 meh ew di avahiya xwe de xwedî kirine.

Dema PKK derketiye holê, pêşî êrîşê rêxistinên kurdî kiriye û gelek kadirên wan kuştiye. Herweha PKK peyman bi hemû dijminên Kurd û Kurdistanê re jî çêkiriye. Misal, peyman bi Be´sa Sûrî, Be´sa Îraq û Îranê re çêkiriye.

Ew projeya 1961ê ku Cuntaya Leşkerî ya Tirkiyê çêkiribû ku wê Bakûrê Kurdistanê vala bike û Kurdan cîhêlê Rojavayê Tikiyê bike, ji ber nebûna aborî, sal 1991-2000 bi PKKê 5000 hezar gundên Bakûrê Kurdistanê vala kirin û gelek ji wan jî şewitandine.

PKK tenê bi vê jî nemaye, Rojavayê Kurdistanê ji Kurdên çalak vala kir û gelek kadirên wan kuştin, ji 1991ê ve jî bûye bela serê Başûrê Kurdistanê.

Zimanê Tirkiyê yê fermî dibêje ku PKK ji aliyê Îngilîzan ve hatiye avakirin. Hinek jî dibêjin, ji aliyê NATOyê ve hatiye avakirin. Di Serhildana 1925an de jî digotin ku Şêx Seîd ji aliyê Ingilîzan ve hatiye îdarekirin. Rastiya van gotinan tune.

Di psîkolojiyê de zanistek weha heye: Dema yek li ser babetekê dipeyive, meriv bi hereketên çavên wî û bi çirçên eniya wî dizane ka rast dipeyive yan derew dike.

Perwin Buldana Ereb çend roj berê li Brukselê dipeyivî, got ku Ataturk û Ismet Paşa wek melyaketan bûne. Eger Siri Sakik jî bêje, em ê xwe li pêşber Îsraîlê di tabiyan de bidin kuştin, gelekên din jî ku bêjin, em ne partiya Kurd in, îcar kesê ku fêm neke hêja ye ku simên wî bêtin nalkirin.

Lê diyar e ku îro ji bo çareseriya Pirsa Kurdistanê zexteke mezin li ser Turkiyê heye. Yek ji wan jî ev e ku çewa Tiriyê PKK ava kiriye, divê wisa jî wê ji holê rake ye. Ev pêvajo ji ber ku ne ya Kurd e, lê ya rûxandina PKKê ye, lewra nav û nîşana wê tune.

Bêguman çi dibe bila bibe, xêr di çekberdana PKKê de heye.

Lê belê ew hêza PKKê ranabe, ji ber ku Dewleta Tirkiyê bi xwe PKK ye.

Dema Abdulah Ocalan teslîmê Tirkiyê kirin, medyaya PKKê her digot ku derman dane Ocalan û ew bê hiş dipeyive.

Lê pisporên MÎTê biryar dane ku wê Ocalan wek serê PKKê biparêzin û vaye heta îro jî parastine.

Demkê Prof. Yalçin Kûçik û Dogo Perinçek aqilmendên Ocalanî bûn.

Lê niha êdî aqilmendên wî pir bûne û li wê gorê mirîdên wî jî zêdetir bûne.

Heke meriv dersan ji demçuya xwe derneke û nede pêşiya xwe, meriv nizane ku wê bi kur ve heye.

17/ 04/ 2025

Ejder Bêwar

Back to top button