Li Stanbulê li ser cadeya îstiklalê cardin grubek ciwanên stranbêj ji bo ku bi Kurdî stran digotin hatin binçav kirin.
Polîsa bi hêceta ku bi strana propagandeya “rêxistina terorist” dikin ew binçav kirin ê ew dan dozeriyê. Lê li dozeriyê piştî îfada wan hat girtin, ew hemû serbest berdan.
Gurubên cuda yên ciwanên Kurd li Stanbulê li ser cadeya Îstiklalê stranên Kurdî dibêjin û xelkek li wan kom dibe,guhdidin wan û gelek caran hinek tevlî wan dibin strana dibêjin û hinek jî li ber stranên wan govendê digrin.
Dixweyê ev yek hinek aliyên nijadperest aciz dike ê ew jî car cara giliyê van ciwana dikin. Polis jî sedemên cuda didin nîşandan û hewldide ji wan re bibe asteng,wan digrin û êfada wan distînin.
Gelek cara ev helwesta polîs dibe sedema berteka xelkekî ê hinek siyasetmedaran jî.