CivakRojev

Baba Şêx ji bo çareseriyekî li Şingalê bangî Hewlêr û Bexdayê dike

Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Elyas di daxûyaniyekî de daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku çareseriyeke ji herêma Şengalê re bibînin.

Şêx Elyas di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em bang li hikûmeta Iraqê û aliyên din dikin ku jiyana sivîl û mirovên bêguneh ên li Şingalê biparêzin, yasayên navdewletî li ber çav bigirin, milmilaneyên çekdarê ji bajar û navçeyên sivîlan dûr bixin,.”

Baba Şêx bang li aliyan kir ku zimanê diyalogê bi kar bînin da ku pevçûnên çekdarî bi dawî bibin û aramî û aştî li herêmê pêk were.

Baba Şêx got: “Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê dikin ku çareseriyeke ji herêma Şingalê re bibînin ku heta niha ji ber encamên komkujiyan û êrîşên DAIŞê dinale. Em bang li rayedarên pêwendîdar ên li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ciheke ewle ji malbatên ku careke din xwe li bajarên Herêma Kurdistanê girtine, peyda bikin.”

Back to top button