CivakRojev

Çapemeniya Mela Bextiyar agahiyên jehrî kirinê piştrast kir

Malperekî nêzîk endamê encûmena bilind a siyasî û berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar nûçeya jehrî kirina Mela Bextiyar piştrast kir.

Şeva borî malpera Çawdêr a ser bi Mela Bextiyar di tora xwe ya civakî ya facebookê nûçeyek belav kir û aşkera kir, li gor zanyariyên li Berlîn a paytexta Almanya ve ji malpera Çawdêr re hatine dayîn, ‘’Naha rewşa tenduristiya Mela Bextiyar başe û di cîh de ye.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Mijara jehrî kirina Mela Bextiyar ji aliyê bijîşkan ve hatiye zelal kirin û raste. Lê naha rewşa tenduristiya wî başe û di bin çavdêriya bijîşkî de ye û di demekî nêzîk de dê wegere Kurdistanê.’’

BasNewsê berî naha wek yekem çavkaniya çapemeniyê nûçeya jehrî kirina Mela Bextiyar û sedemê çûna wî ya Almanya bi armanca kontrolan aşkera kiribû.

Naha tê gotin ku hejmarekî berçav ji rêveberên YNKê, li derveyî welat in, ku beşek ji wan ji bo kontrol û piştrastbûna xwe ya jehrîbûnê çûne derveyî welat.

Heta naha hevserokê YNKê Bafil Talebanî, endamê rêveberiya YNKê Eta Serawî, tekaneyê enfal ê wek kesekî nêzîk kurên Mam Celal tê nasîn Teymûr ê enfal, bi fermî ragehandine ku hatine jehrî kirin û Bafil Talabanî bi fermî Lahor Cengî bi jehrî kirinê tometbar kiribû.

Back to top button