Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Ali Riza Gunay kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay jî amade bû, li ser pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê gotûbêj hatkirin.

Herdu aliyan tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî kirin, bi taybetî jî di warê abûrî û bazirganiyê de.

Nerîna min :