Nivîsar

Rastiya PKKê dijminatiya dewletbûna Kurda ye..

Rastiya PKKê dijminatiya dewletbûna Kurda ye. Cemil Bayik bi dengek bilind vê yekê radigihîne…

Gelek cara di van rûpelan de behsa rastiya PKKê hatiye kirin û herweha behsa armanca PKKê ya sereke hatiye kirin. Cemil Bayik di hevpeyvîneka xwe ya li gel rojnameya erebî ya Misrî Al Nahar kirî gelek bi zimanek vekirî behsa armancên bingehîn a PKKê dike.

Bayik beşek hevpeyvîna xwe de dibêje: Me tifaqa Ereb-Kurd ji xwe re kir armanc. Ev yek jî her carê bilêv kir. Me perspektîfa vê hem ji karên dîplomasiyê hem jî ji yekîneyên pêwendîdar re ragihand. Hin pêşketin çêbûn. Lê belê bi qasî derfetan û firsendan pêşketinek nehate afirandin. Ji bo tifaqa Kurd-Ereb zemîneke xurt a dîrokî heye. Rêber Apo dema li Lubnan, Sûriye û Rojava bû di vê mijarê de bingeheke xurt afirand. Niha jî kir xwedî çarçoveyeke teorîk. Me nekarî vê zemînê baş bi kar bînin. Lê belê welatên Ereb jî têkiliya Kurd-Ereban û tifaqa wan bi têrkerî girîng nedîtin. Li Iraqê çareseriya pirsgirêka Kurd di asteke girîng de pêk hat. Em di wê baweriyê de ne ku wê li Sûriyeyê jî pêk were. Ev jî ew zemînin ku wê tifaqa Kurd-Ereb xurt bike. Ji bilî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti ajandayeke me ya veşartî nîne. Em lêgerînên li dewletê rast nabînin ku zemînê dide şer û pirsgirêkên nava gelan. Em ji xwe re dikin esas ku li ser bingeha demokratîkbûnê ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke mayinde û bi ewle peyda bikin. Li gorî me avakirina jiyaneke demokratîk û azad divê di nava avakirina dewletê û destnîşankirina sînoran de neyê dîtin.

Bêguman hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê di xurtkirina yekîtiya Kurd-Ereban de em dixwazin hêzên siyasî yên Kurd hîn çalak bin. Kurd jî, Bexda û Şam jî bila nêzîkatiyên neteweperest ên teng ji holê rakin. Ji ber ku bingeha tifaqa Kurd-Ereb di serî de li Iraq û Sûriyeyê tê danîn. Ev jî wê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne.

Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya nû bigire, tifaqa Kurd-Ereb e. Polîtîkayên 19 salan ên desthilatdariya AKP-MHP’ê ev rastî nîşanî Kurdan û gelên Ereb daye.’’ 

Eger her kurdek niştimanperwer vê nivîsê bixwîne ne hevceye ku tu tiştekiye, ji ber xwe dikare niyeta PKKê tê bighe û sedemen ku PKK astenga tevgera Kurdistanî ya azadixwaz re çêdike û sedema ku PKK şerê Kurdên niştimanperwer dike baş fam bike.

Cemil Bayik vekirî dibêje ku,PKK li dijê dewletbûna Kurdaye û PKK ji bo Kurd nebin dewletek netewî dê her astenga derêxe. Başe PKK dê vê yekê çewe bike? Bayik bersiva vê jî dide. Qonaxa ku tevgera Kurd têre derbas dibin ,şansê dewletbûna li başûrê Kurdistanê derketiye holê. Kurd li başûr ji bo vê yekê di nava hewldana de ne. tevgerên nijadperest li Bexdayê li dijê van hewldanên Kurda şer dikin û hewldidin ku destkeftiyên ku Kurdistanê destve anîn ji destê wan derêxe û cardin Kurdistanê vegerîne rewşa ji beriya 1991ê yanî ji nûve Kurdistanê dagir bike. Eve Bayik behsa yekitiya van erebên nijadperset û PKKê dike. Yanî PKK vekirî dibe destê erebên nijadperst li Kurdistanê û şerê kurdên dewletxwaz dike. Ev erka PKKê ye û Bayik vê yekê eşkere dike. PKK ji bo li başûrê Kurdistanê kurd destkeftiyan netewî neparêzin û herweha ji bo ramana dewletbûnê têkbibe, bi hemû awayî şerê PDKê dike û hewldide cardin bi navê tifaqa kurd û ereban Kurdistanê pêşkêşî erebên nijadperest li Bexdayê bike.

Ji aliyek din ve li rojavayê Kurdistanê firsendek dîrokî ketiye destê kurdan ku, bikaribin statuyek ji bo rojavayê Kurdistanê destve bînin. Li rojavayê Kurdistanê di çavderiya Amerika û welatên hevpeyman de hewldanek heye ku di navbera PYDê û ENKSê de yekrêziyek bê avakirin da ku kurd bikaribin bibin xwedî statûyek netewî. Lê PKK li dijê vê şer dike û dibêje divê li rojava kurd li gel rejima Esad li hevwerin û xwe radestî rejima Suriye bikin.Yanî vekirî li rojavayê Kurdistanê jî PKK nahile kurd bibin xwedî statûyek netewî û hewldidin dagirkeriya li ser kurda berdewam be.

Bayik behsa vê yekê gelek bi zelalî dike û dibêje: Tevî ku rêveberiya Beşar Esad ji ber bûyerên li Rojava qewimîne li hemberî me helwesteke sar û neyînî nîşan da jî, lê belê me nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan neda. Me hewl da ku em wan fêm bikin. Em dixwazin ew jî me fêm bikin. Me têkiliya xwe bi Şamê re qet qut nekir.”

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Bayik dibêje:Em her tim rêzê li dostaniya Rêber Abdulla Ocalan û malbata Esad digirin. Şam nikare tiştekî neyînî li ser me bibêje û ger wiha bike, ev ê bibe nirxandineke neheq. Me xwast ku Rêveberiya Xweser pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re çareser bike. Me hewl da bandora xwe di vî warî de bi kar bînin. Ji ber ku çareseriya herî rast, lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê ye.”

Gelo piştî van gotinên Bayik mirov dikarê çi bêje? PKK tevgerek ku dijminatiya hemû awayên destkeftiyên netewî dike û tenê xizmeta dijminên Kurda dike.

PKK ewkas behsa desthilata AKPê û MHPê dike, lê sibehî li himber tevgera Kurd bi hesanî dikare bikeve di xizmeta vê desthilatdariyê de. Eger her kurdek ji xwe bipirse;gelo PKK ji bo çi evkas bi dijminatî şerê PDKê dike? Eger kurdên bikariba bersiva vê pirsê bide, dê rastiya PKKê jî derêxe holê.

Tişta ku îro PKK li başûr û rojavayê Kurdistanê dike, sibehî dê li bakur û rojhilatê Kurdistanê jî bike û ji bo tevgera kurd û daxwaziyên netewîyê kurda bifetisîne ,wê bikeve di xizmeta dijnminan de û bi navê kurdeyatiyê tevgera kurd a netewî têkbibe.

28.10.2021

Nêrîn/Şirova

N.Firat

Back to top button