Jay Garner, generalê xanenişînkirî yê Amerîka û yekem hakimê medenî yê Amerîkî li Iraqê dibêje “Iraq pêlîstokek e di destê Îranê de”. Garner ku wek dostekî herî nêzîk ê Kurdan tê hejmartin, di vê hevpeyvînê de qala giringiya parastina Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta welatê xwe dike û dibêje pêwîst e em Kurdistanê bikin navçeyeke parastî ji aliyê Amerîkayê.
Jay Garner, destpêka meha Gulana sala 2003an ji aliyê serokê wê demê yê Amerîka George W. Bush ve hat destnîşankirin da ku bibe hakimê sivîl ê Iraqê, piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên. Yekem karê Garner piştî hat destnîşankirin, danîna planekê ji bo hevkarîkirina Iraqiyan bo avakirina pergaleke rêvebirina kêrhatî ji Iraqê re bû. Piştî demeke kin û di nîveka meha Mijdara eynî salê de, bi biryareke îdareya Amerîka, Jay Garner ji kar hat dûrxistin û Paul Bremer li dewsa wî dest bi kar kir.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê, Roj Elî Zalle hevpeyvînek bi Jay Garner re kiriye û berfirehiya hevpeyvînê li vir bixwînin:
Rûdaw: Tu sala 1991ê û 2003an li Iraqê bûyî. Niha li gor te Iraq ber bi ku diçe?
Jay Garner: Bi baweriya min Iraq dewleteka pêlîstoka destê Îranê ye. Ez nizanim dê çawa ji vê rizgar jî bibe. Bi nêrîna min, tekane serketin, her çiqas naxwazim navê wê bikim serketin, lê dibêjim tekane tişta baş bo Amerîka li wê beşa cîhanê, di demekê de ti bandora me li Sûriyê nîne, bandora me li Tirkiyê nîne, bê guman bandora me li Bexdayê jî tune ye, ti carî jî bandora me li Îranê jî nebû, cihê tikûtenê ku em dikarin bandora me lê hebe û destkeftên me lê hebin, Kurdistana Iraqê ye. Dibe ku di siberojê de jî bandora me li ba Suniyan hebe, lê vêga Sunî bê serkirde û lîder in. Dîroka wan hate têkdan, serkirde û lîderên wan hatin jinavbirin. Sunî tertûbelav in û çend sal ji wan re pêwîst in da ku bi hev re kom bibin. Lê hêj Kurd hene. Mirovên Kurd ji yên din hemûyan cuda ne. Mirovên Kurd ji Amerîkiyan bêhtir alîgirên Amerîka ne.
Kurd ji şêniyên Amerîka Amerîkaperwertir in. Gelek xalên hevbeş di navbera me û Kurdistana Iraqê de hene. Heke ez paşa bûma, min ê Kurdistana Iraqê bixista bin destê xwe. Hinek ji tirsa dibêjin tu nikarî wisa bikî çimkî Îran ji ber Kurdên xwe rê nade te, Tirkiyê rê nade te û Sûriyê jî rê nade te. Kurdên Sûriyê, Kurdên Tirkiyê, Kurdên Iraqê û Kurdên Îranê bi hev re debar nakin. Ez Kurdistaneke mezin jî nabînim. Ez tenê wê Kurdistana biçûk dibînim ku li Iraqê ye, lê ne Kurdistana li ser asta herêmê. Çimkî biçûktirîn beşa Kurdistanê Kurdistana Iraqê ye, beşa herî pêşketî jî Kurdistana Iraqê ye. Hûn ji ber çi Kurdên parçeyên din tînin bin serweriya xwe di demekê de ku hejmara wan ji we zêdetir e û hûn desthilata xwe ji dest didin? Heke wisa ye tişta ku pêwîst e em bikin ew e ku em Kurdistana Iraqê bikin ser xwe û bikin navçeyeke parastî ji aliyê Amerîka. Amerîka nabe xwediya wê û şêniyên wê azad in û serweriya wan heye, lê em parastina wan garantî dikin.
Tiştekî ku Kurd dipên helwesta Amerîka li ser hebe êrişa Tirkiyê li ser sînoran e. Amerîka di vî warî de pir bêdeng e, çima?
Erê hemî bêdeng in. Ez nizanim, divê tu vê pirsê ji wezareta derve bikî. Bi nêrîna min, ji ber ku Tirkiyê hêj hevpeymana NATO ye. Herwisa ji ber ku Tirkiyê dibêje tekane armanca wan êrişan ne Kurdistana Iraqê, lê PKKê ye. Li Amerîka jî PKK rêxistineke terorîst e. Bi dîtina min sebeb ev e. Di aliyê dîplomatîk de jî mijareke aloz e.
Vê dawiyê hilbijartin li Iraqê hat kirin. Komên mîlîs û partiyên nêzîkî wan jî di vê hilbijartinê de gelek deng ji dest dan. Lê hêj Şîe piranî ne û egereke mezin e ku hikûmeta nû pêk bînin. Li gor te, windakirina komikên mîlîs Amerîka dilxweş dike, dê Amerîka vê yekê cidî werbigire û mezin bike?
Bi baweriya min, Amerîka bi vê yekê pir kêfxweş dibe. Ez bawer nakim Amerîka vê mezin bike, çimkî nizane çawa, bila ez bi te re eşkere bim.
Kurdên Sûriyê li navçeyên xwe bi alîkariya Amerîka pêşketin bidest xistine. Lê hertim di wê tirsê de dijîn ku Amerîka wek Efxanistanê dikare di her xulekekê de vekişe?
Berî çar-pênc salan Amerîka ji navçeyên Kurdî li Sûriyê vekişiya.
Li gor te, divabû Amerîka li Sûriyê bimîne?
Bê guman, li gor min, pêwîst e bimîne, bê şik. Sedem pir in heke tu lê bifikirî. Amerîka bi piştgirîkirina Kurdan tiştekî ji dest nade. Kurd ne rêxistineke terorîs in, ne di şerekî cîhadî de ne. Lê belê tenê miletek in ku dixwazin qewareya wan, taybetmendiya wan, aboriya wan û tiştên wan ên bi vî cûreyî hebin. Xala duyem ew e ku bi piştgirîkirina Kurdan, Amerîka li Sûriyê dibe xwedî helwest. Vêga heke li ser maseyekê qala Sûriyê were kirin, kesên ku dikarin amade bibin ji bo behskirina rewşa Sûriyê ji Esed, Îran, Tirkiyê û Rûsyayê pêk tên. Yekdengiya Amerîka jî li ser maseyê nabe. Vekişîna ji Sûriyê ehmeqî bû, pir ehmeqane bû.
Bi dîtina te, ti derfeteke pratîk ji bo serxwebûna Kurdan heye yan xewna serxwebûnê ji bo heta hetayê ji nav çû?
Bi dîtina min, qet nabe Kurd dev ji xewna serxwebûnê berdin. Nabe wiha bikin. Li gor min, derfeteke din ji we re derdikeve pêş. Na van nêzîkan, lê derfet çêdibe. Pêwîst e ew derfet çêbibe. Ez serxwebûna Kurdan wek serxwebûna Kurdistana mezin nabînim. Li gor min, ev pir zehmet e. ez serxwebûna Kurdistanê wek serxwebûna wê beşê dibînim ku niha jê re tê gotin Kurdistana Iraqê, sê parêzgeh. Bi baweriya min, ev hêsan e dikare pêk were. Bi wî awayî dikare pêk were ku bikeve bin parêzvaniya Amerîka de. Li hember Bexda, Îran û Tirkiyê were parastin. Rê were dan aboriya xwe bi pêş ve bibin. Tu dizanî Kurd bizinsmanên mezin in. Li wan hemî şirketên li Kurdistanê temaşe bike. Li Iraqa Erebî, tu wan şirketan nabînî. Çimkî ew nizanin biznisê bikin. Tenê hikûmet kar dike, lê li Kurdistanê tîn û germiya takekes heye ku niha pir xurt e. Tu dizanî çi samanekî we yê xwezayî yê dewlemend li wan şax û çiyayan heye.
Ew çiya tijî samanên xweristî ne. Dol û newalên we hene ku bi kêrî çandiniyê tên. Niha pirsgirêk ew e ku kerteke we nîne tekeziyê li ser şiyana çandiniya Kurdistanê bike. Heke rêya te bi Hewlêrê bikeve, serdana supermarketekê bike, here beşa xwarinan, li hemî berhemên şîremeniyan mêze bike, hemî ji Îran û Tirkiyê tên. Tiştekî naletî yê tenê jî li Kurdistanê nayê çêkirin. Hûn dikarin bibin xwedî berhemên baş. Li wan hinaran binerin ku li ser erdê efnikî dibin. Ez li vir 10 dolaran didim bo yek hinara biçûk. Li wan hemî hinaran binerin ku li ser erdê kufikî dibin. Li wan hemî bacanan binerin ku kufikî dibin, yan zebeş. Heke sarxane û embarên we hebin, hûn dikarin berhemên çandiniyê hinarde bikin. Pêwîst e hûn ava bikin. Ez dizanim ku Mesrûr Barzanî li ser vê yekê dixebite. Ez dizanim ku dîtineke wî ya zelal bo siberoja Kurdistanê heye. Dizane pêwîst e çavkaniyeke din a darayî hebe. Çandinî jî hêsan e û dizane dahata wê dibe.
Zor spas general!
Ez jî spasiya we dikim
Roj Elî Zalle/Rûdaw