Çandar: Ji sedî 60ê civakê daxwaza çareseriya pirsa Kurd dike
Parlamenterê Partiya DEMê Cengîz Çandar diyar kir ku ji sedî 60 ê Tirkiyê alîgirê çareseriya pirsa Kurd û bicîhanîna daxwazên zimanê zikmakî ye û got: “Xuyaye ku di civakê de guhertina feraseta Kurdan û nêzîkatiya li ser Kurdî bi polîtîkaya siyasî re li hev nayê”.
Parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) têkildarî bûdceya Serokatî û rêxistinên girêdayî wê, ku di Civata Giştî ya Meclîsê de hatin nîqaşkirin, mafê axaftinê stendin. Parlamenterê Amedê yê Partiya DEMê Cengîz Çandar bi Kurdî axivî. Çandar xwest ku Kurdî xizmeta têkiliyên Kurd û Tirkan bike. Gotinên Candar ên Kurdî di protokolê de wek zimanê nenas û “…” û “(*)” hatin qeydkirin.
Min dest bi dersên Kurdî kir
Çandar bertek nîşanî nêzîkatiya Meclîsê ya ji bo Kurdî û zimanên din ên zikmakî da. Çandar, anî zimên ku piştî 65 saliya xwe dest bi dersên Kurdî kiriye û got: “Tenê sedemek hebû ku min hewl da fêrî Kurdî bibim. Min ev salek berê di TRTê de rave kiribû. Ji ber rêzgirtinê divê em ji welatiyên xwe yên Kurd re, ku em wan wek çaryeka welatê xwe û parçeyekî bingehîn ê gelê xwe dibînin, nîşan bidin”.
Daxwaz ji sedî 60 e
Çandar bal kişand ser encamên komxebat û lêkolînên li ser çareseriya pirsa Kurd û zimanê zikmakî û diyar kir ku ji sedî 60 ê Tirkiyê alîgirê çareseriya pirsa Kurd û bicîhanîna daxwazên zimanê zikmakî ye. Çandar got: “Lê belê qada siyasî ne bi vî rengî ye. Xuya ye ku di civakê de guhertina feraseta Kurdan û nêzîkbûna zimanê Kurdî bi qada siyasî re li hev nayê. “Siyaset dema dersên xwe ji vir bigire û dest bi xebata li ser ’emê çawa behsa vê sosyolojiya ku diguhere’ bikin wê bersivan bibîne.”