Cîhan

Di 75 rojan de 136 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî hatin kujtin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres ragihand ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de 136 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî li Xezzeyê hatine kujtin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medya civakî X de ragihand ku di 75 rojan de li Xezzeyê 136 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî hatine kujtin.

Guterres got: “Di dîroka Neteweyên Yekbûyî de ev tişt qet nebûye”. 

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres her wiha diyar kir ku ew li hember hewldanên xebatkarên Neteweyên Yekbûyî yên ku jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran dilxwazên ku ji bo piştgiriya sivîlên li Xezzeyê ji bo alîkariyên însanî di xetereya mirinê de ne, bi rêzdarî serê xwe ditewîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî her wiha rexneyên xwe yên li ser xeta ku Îsraîlê di şerê li dijî Hemasê de dişopîne dubare kir.

Guterres destnîşan kir ku “Şêweya vî şerî ya ku Îsraîl dimeşîne astengiyên mezin li pêşiya belavkirina alîkariyên mirovî yên li Xezzeyê derdixe”. 

Guterres destnîşan kir ku ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê, hewcedarî bi xebatkarên ku bi ewlekarî dikarin bixebitin hene. 

Back to top button