Angelina Jolie: Mafên mirovan heye, lê ji bo kê heye?

Stêrka Hollywoodê Angelina Jolie diyar kir ku li cîhanê edalet û mafên mirovan ji bo her kesî wek hev nayên bikaranîn û got: “Mafên mirovan heye, lê ji bo kê heye? Carnan heye, carnan jî tuneye. Lê carnan ji bo komekê tuneye”.
Lîztikvana navdar a Amerîkî Angelina Jolie, bi rojnamevan û derhênerê Sûrî Waad Al-Kateab re li ser fîlmê “Em Diwêrin Xewnan Bibînin” axivî.
Jolie diyar kir ku wê nêzî 20 sal berê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de dest bi xebata navnetewî kir û ji bo mafên mirovan hedefên wê hebûn û got: “Di derbarê mafên mirovan de fikrek hebû. Li gor vê yekê maf diyar dibûn, helwestek dihat girtin û mirov li hember neheqiyekê radiwestîn. Gava tiştê ku dihat xwestin nehatiba kirin, mirov hêvî dikir ku li hember wê helwestek bê danîn. Birastî ez wilo fikirîm. Heta min digot qey Neteweyên Yekbûyî jî wilo difikirî”.
Jolie aniye zimên ku bûyerên bi demê re şahidiyê dikin û neheqiya ku li dinyayê tê kirin rastî zelaltir kiriye û got: “Mafên mirovan heye, lê ji bo kê heye? Carnan heye, carnan jî tuneye. Lê carnan ji bo komekê tuneye”. Jolie destnîşan kir ku edalet û mafên mirovan ji bo her kesî ne wek hev in û hin kes ji sûcên ku dikin jî nayên darizandin û wiha got: “Dema ji hin kesan tê xwestin ku ji ber sûcên xwe bersivê bidin, hin kes jî bêpar dimînin. Rûyê xirab ê dinyaya me ev e ku em roj bi roj zêdetir dibin şahidê wê”.
Di dawiyê de Angelina Jolie anî zimên ku serkirdeyên cîhanê gelek caran li hember bûyer û kiryarên bêdadî bêdeng dimînin û dibin şirîkê tunekirina mafên mirovan.