Serokê CHP: “Doza Filistin doza me ye!Bila Erdogan werê em ji bo pişgiriyê herin Filistinê“
Serokê CHPê Ozgur Ozel beşdarî bernameya ‘104’emîn Salvegera Hatina Ataturk a Hecîbektaşê bû. Ozel axavtinek kir, di axvtina xwe de giranî bal kişand ser şerê Îsraîl û Hamasê û got: “Doza Filistînê wek Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê û Serokê sêyemîn ê partiya me Bulent Ecevit gotî; doza me ye.” Ecevît, Denîz Gezmiş û hevalên wî îewe li diza Filistiniya dinêrîn em jî welê lê dinerin.
Ozel behsa helwesta Erdogan ya şerê Îsrail û Hemasê jî kir û got: Ne dilpakî ye ku mirov ji bo Filistînê peyvên xweş bibêje, hêstiraên sexte bibarîne û paşê jî bi keştiyên kesên nêzî xwe, nêzî derdora xwe, ji malbata xwe re bazirganiyê bike. Ez ji vir careke din bang li Recep Tayyîp Erdogan dikim, ger hûn samîmî bin ez ê di rojên pêş de herim Filistînê. Ez ê ji bo pişgiriya pirsgirêka Filistînê ji dewletbûna Filîstîn herim Firlîstinê. Li wê dere bala cîhanê bikşînim ser pirsa Filîstînê. Eger cesareta we hebe hûnê li Filistînê li gel serokên hemû partiyên siyasî yên vî welatî bi me re bin.
Ozel behsa siyaseta CHPê di derbarê Filistiniyan de kir û berdewamiya axavtina xwe de got: Dema ku li aliyekî zulmeke ewqas mezin hebe, li aliyê din kesên bindest hebin, ne rast e ku mirov li kêleka desthilatdaran raweste û li dijî desthilatdaran dengê xwe neke. Weke ku Hunkar Hacî Bektaş Velî jî gotî: “Eger hûn hêza xwe nîşan bidin, hûn ê nîşanî zaliman bidin, ne ji mexdûr û mezlûman re.“