Civak
Bûyereka trafîkê de 4 kesê jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Mehsêrtê ya Mêrdînê, di bûyerek a trafikê de ku sê wesayît tevlî bûn, çar kes mirin û pênc kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên destpêkê, şofêrên wesayîtên ku tevlî bûyerê bûne hîn nehatine naskirin.
Qeza li ser rêya Mehsêrtê çêbûye. Otomobîleke bi reqema 50 NC 075 û du wesayîtên bazirganî yên sivik ên bi reqamên 34 FRL 583 û 47 ADS 185 li hev ketin. Tîmên bijîşkî yên acîl, cenderme, polîs û AFAD (Desteya Rêvebiriya Karesat û Awarte) ji bo cihê bûyerê hatin şandin.


