Cîhan

Bûyera Parisê zelal dibe

Di çerçova kuştina sê jinên kurd li Parisê îro dozerê Parisê yê li vê dozê dinêre daxuyaniyek da çapemeniyê.

Wek tê zanîn di çerçova vê dozê de 2 kurd hatibûn binçav kirin. Yek hatibû berdan yê din jî girtî mabû. Lê yê girtî îro bi tuhmeta kuştina 3 jinên kurd wek tawanbaran hate girtin.

Kesê girtî kurdê Bakure ji bajarê Sivasê ye û navê wî Omer Guney e.

Li gora daxuyaniya dozer François Molins Fidan Dogan bi 4, Sakine Cansiz 3 û Leyla Şaylamaz jî bi 3 gulan hatiye kuştin. Moris got ku, Omer Guney li gel Sakinê Cansiz demjimêr 11.29 ê hatiye komelê û demjimêr11.49ê ji komeleyê derketiye.

Cara duyem Omer Guney demjimêr 12.11ê hatiye komeleyê û demjimêr 12.56ê derketiye. Hersê jin jî derdora demjimêr 12.43-13.21ê hatine qetil kirin.

François Molind daxuyaniya xwe de got: Omer Guney sala 1982ê li bajarokê Sarkişlaya girêdayê Sivasê ji dayik bûye û eve du salin endamê PKKê ye.

Molins got: Omer Guney bi tuhmeta kuştina 3 jinan hatiye girtin.

Back to top button