Hevpeyvîn

Desthilat û opoziyonê çi got

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û Berhem Salih cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, îro roja duşemiyê li bajarê Hewlêrê, serdana Komela Îslamiya Kurdistanê kir û ji bal Elî Bapîr emîrê Komela Îslamî ve hatin pêşwazî kirin. 

Piştî civîneke mişterik a sê alî, Barzanî, Salih û Bapîr di preskonfrensekê de behsa naveroka civîna xwe kir û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

 Civînek giring bû

Di destpêka preskonfrensê de Elî Bapîr emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê got:

Di civînê de behsa diyaloga niştimanî ya ku heyameke li herêma kurdistanê heye hat kirin. Ewan (Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih) tekîd kir ku, dîtinên cenabê serokê herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê û her du polîtbûroyên PDK û YNK yên di warê hebûna kêmasiyan li welêt erênî ne û pêwîste em jî, bi hevkariya hemû aliyan, hemû kêmasiyên di saziyên hikûmetê de hene çareser bikin û welatê xwe ber bi pêşve bibin. Lê ya giring eve ku, em kar li ser mekanîzma cîbicîkirina çaksaziyan bikîn. Ewan got ku, ji bona pêkanîna reforman, wan tu xetên sor nînin. Bi vî awayî eger em di nav xwe de li hev bikin û yekgitî bin, hîngê em dikarin li Bexdayê jî ji bo wê kirîza heye çareseriyan bibînîn.

Dîtina serok Barzanî erênî ye

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di preskonfrensê de got:

Piştî destpêşxeriya mamoste Elî Bapîr bo encamdaba civîna navbera serokê Kurdistanê û serokên opozisyonê, serok Barzanî digel polîtbûroua PDK û YNKê civiya û  behsa wan mijaran kir yên ku, di wê civînê de hatîne behis kirin. Ew civîn bi awayekî erênî hat nirxandin û emjî, îro, li ser tewsîyeya her du polîtbûroyên PDK û YNKê hatine digel aliyên din, bi taybetê aliyên opozisyonê,  gotûbêj bikin û diyaloga niştimanî dest pê bikin ku, berjewendiya xelkê Kurdistanê biparêze.

Însiyatîv ji aliyê cenabê mamoste (Elî Bapîr) bû, me jî bi başî zanî yekem serdana me bo cem wan be. Civîna me jî bi awayekî giştî li ser mekanîzma destpêkirina vê diyalogê bû û dê dîdarên me digel aliyên din yên herêma Kurdistanê berdewam bin.

Gotûbêj cidî ne

Berhem Salih cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di axavtina xwe de got:

Em di van civînan de ew têkrliyên di navbera me de hene dinirxînin, bi taybetî ku nuha Kurdistan, çi li ser asta navxwe, çi li ser asta Îraqê û çi jî li ser asta herêmî,  di rewşeke hesas de derbas dibe. Ew guhertin û hejiyana mezin li deverê û kirîza îro Îraq tê de derbas dibe, rengvedaneke mezin li ser deverê heye û em jî weke du hêzên hukimdarên sereke yên Kurdistanê, bi wan destkeftiyên me bidest xistine, serbilindîn. Lê kêmasî jî hene û pêwîstîya me bi çaksaziyê û danan bingehekê mokim yê hikûmdariyê bo herêma Kurdistanê û ber bi pêşvebirina pirosesa çaksaziyê heye. Pêwîstiya me bi yekrêziyê heye, di vê qonaxê de pêwîste bi cidî ber bi diyalogê biçîn û hemû pirsan di çarçoveya berjewendiyên bala yên Kurdistanê de gotûbêj bikîn daku tecrûbeya hukimdariya herêma Kurdistanê ber bi asoyeke geştir bibîn.

Pirsa neft û gazê

 Nêçîrvan Barzanî behsa pirsgirêka  neftê bi hikûmeta Îraqê re kir û got:

Gelek kompaniyên di warê neftê de kar dikin li herêma Kurdistanê hene û pêwîste Bexda pereyê wan kompaniyan bide. Me digel Bexdayê li ser wê yekê li hev kiribû ku, hikûmeta Îraqê pereyên kompaniyên neftê yên li herêma Kurdistanê kar dikin bide û herêma Kurdistanê jî neftê bi rêya Îraqê bo derve binêre. Eger Bexda pereyê wan kompaniyan nede, em nikarin zixtê li kompaniyan bikin ku, li ser karê xwe berdewam bin, ango eger Bexda sozên xwe cîbicî bike, ji bo me gelek nolmale em careke din neftê hinarde bikin û pabendî wê destûrê bîn ku, dibêje neft û gaz milkê hemû îraqiyan e.   

Kurdistan welatîkî wêran bû, eger em nuha digel salên berê miqayse bikîn, gelek pêşkeftin di van salên dawiyê de çêbûne. Dema welatekê wêran dest bi biyatdananê dike, çênabe bi fantazî kar bê kirin, eger em miqayse bikîn di salên  berê de çend xwendingeh û bingehên saxlemiyê hebûn û niha me çend hene, bê guman gelek ferqî heye.  Ev jî wê yekê dide xuyakirin ku, pêşkeftinên ber bi çav di gelek waran de bi dest hatine. Lê eger em bêjin kêmasî nînin, neraste. Tu hikûmet nînin kêmasî nebin. Hikûmeta herêma Kurdistanê di sala 2004ê de bi budceyeke sînordar kar dike, bê guman dê kêmasî jî hebin. Em li ser wê yekê ku, Kurdistanê bikeve di qonaxeke pêşkeftî de û jiyaneke hejî bo gelê xwe misoger bikin, bi îsrar in. 

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe tekîd li ser parastina aramî û emiyeta herêma Kurdistanê kir û got:

Parastian emiyetê di hemû kabîneyên hikûmetê de ji karên pêşîn bû û niha jî her wisaye û parastina asayîşê ji karên pêşîn e. Belê gelek gev li ser herêma Kurdistanê hene û gelek hewilên terorîstan hatîne pûç kirin. Ew aramî û emniyeta herêma Kurdistanê şanaziyê pê dike ji encamê kar û xebata bi şev û roj a saziyên emnî û asayîşa herêma Kurdistanê ye. ji bona parastina ser û malê hevwelatiyan em dê li ser xebatên xwe berdewam bin.

Back to top button