Bedirxan

Bo bîranîna bavê min Dr. Cemşîd Bedirxan

Dr. Curd Bedirxan

Divê kevneşopiya (kelepûr) mirovek çi bibê ji bo civatek ku wisa li rastiyê da hewl da bi vî awayî lê derbikevê? Divê civatek çi bixwaze ji hewldanên mirov kêm bike ku wisa xwestiye çi dike beşek nebê ji wan zilamek ku arasteyê jiyana wî bi 180 pile berevajî li hevtaya niştimanperweriyê xwe araste kiribû?

Guhertina ola ji îslamê bo Budîzm hengavekî gelek mezine bi taybetî li çavê ew kesên ku jiyana xwe dixin metirsiyê ku bi zimanê dayikiyê diaxivin şuna ku zimanê zulimkaran biaxivin, ewên ku şer dikin ji bo mafê bikaranîna çanda xwe û ewên ku mafê wan nîne rêya bîr û baweriya xwe bigirin?

Dibê çend seyr bê li aliyê ewên ku kesek eger ewqas dana bê, ewqas bi kiryaran û xwedî taybetmendiyê bê wekî bavê min, cûdabûnê hilbijêrê wekî li hatine paliyan, hejariya şûna li dewlemendiyê û Budîzm hilbijêrê şuna Îslam.

Lê belê li aliyeke din ve, gelo raderbirînekî azadane tiştekî seyre? tiştekî seyre bi navê wê da xebat bike, ku xebat bike bi navê wê baweriyê da heta eger gelek astengî jî li pêş hebûn? Gelo azadiya raste rast li xiyaba zulmê zêdetir nîne? Gelo azadiya rasteqîne hilbijartinek nîne ji bo hilbijartina jiyana xwe bi wê hemû derfetan ku jiyan bi her yek ji me dibexşê?

Ji bo wê, eger rewşenbîrekî zîrek (ku bê şik bavê min bi vî awayî bû) gihişte wê yekê ku ew baweriya wî wê arasteyê bigirê ku li berî wê tu kesek negirtibê, renge kesek pê seyr bê (Ji ber ku ew jî azad bigihe vê baweriyê!!), lê belê bi vî aliyî ve, dibe ku ew bi nimûne bête danîn ku xwestiye bi herdem azadane rêya xwe bidozê û dikare pêwaney têgihiştina eqliyeta xwe bike..

Bê guman, bavê min gelek kesan bi cîh hişt, û li gel wan mirovên nêzîkî xwe jî û pirsyarên bê bersîv jî li pişt xwe hişt. Mixabin, êdî ew jî nikare bersîva van bide ji ber ku ew bi xwe û rêyên wî yên taybetî jî êdî nemane.

Ew hemû bîranînên kesayetiyê û peywendiya bavê minê li gel min û endamên dinên malbata me bide aliyekî, ewê ku dimîne ew îlhama dozîna rêya xwe dimîne, heta eger zehmet jî bê, û ew bîreweriya ku ewên ji bo azadiyê hawar dikin werbigirin.

( Wêne: Cemşîd Bedirxanê kurê Celadet Alî Bedirxan û li qolîka wî kurê wî Curd Bedirxan)

Back to top button