Îroj

10'ê Berfanbar

10’ê Berfanbar

Di sala 1948’an û di rojekî wekê îroyê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyiyê ve ev roj wekê roja Mafê Mirovan hatiye bijartin û heta 17’ê Berfanbarê didome.

Piştî Şerê Cihanê Duwemîn dewletan di çarçoweya maf û azadiyên kesayetiyê de yek bûne. Ji ber ku mirovên cihanê azad nebin şer jî digel vê yekê her berdewam bibe û ew jî ji bo şaristaniyan xetereyekî mezin bû.

Di encama guhertin û pêşveçuyina mirovan de di 10’ê Berfanbarê û sala 1948’an de Daxuyaniya Navneteweyî ya Mafên Mirovan hatiye weşandin.

Di bingeha gihîştina vê rastiyê de têkoşînên mirovan gelekî girînge. Nirxê herî mezin ya mirovan dike mirov fikirandine. Ji ber vê yekê mafê fikrandina azad, piştî mafê jiyankirina mafekî herî sereteye. Gelo Ji bo civatekî xwedî van maf û azadiyan, mimkûne ku mirov behsa bêedaletî û nehaqiyê û binpêkirina mafê mirovan bike ?

Back to top button