Rojev

Yek Ji Mîrên Dawiyê: Dr. Cemşîd Bedirxan

Dr Cemşîd Bedirxan kurê Mîr Celadet Alî Bedirxan û şahjina Kurd Rewşen Bedirxana neviyên Mîr Bedirxanê Cizîra Botane. Ew li 09.11.1939 an de li şamê ji dayik bûye. Her wiha ew jî wekî bav û kalên xwe yên piştî Mîrektiya Botan ku hatibûn nefikîrin ji dûrî axa bav û kalan li derveyî welat mezin bûye.

Bedirxan xwendina xwe ya seretayî li şamê qedandiye. Piştî wê li xwendingeha (Brimana) ya li Lubnanê berdawama xwendina xwe ya navendî kiriye û careke din ji bo xwendina dawiya navendî vegeriyaye şamê. Li şamê xwendingeha Emerîkî û Orlhodoxiê de xwendina xwe ya bilind jî qedandiye. Li sala 1958 an de li ser wasiyeta bavê xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo xwendina bizîşkî diçe Elmanya.

(Cemşîd Bedirxan û xwuşka wî Sînemxan di dema zaroktayiyê de)

Bedirxan 19.09.1975 an de li gel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Curd û Evîn çêdibe. ( Curd û Evîn li Elmanya dijîn. Dr Curd xwendina xwe ya bizîşkî qedand û niha li nexweşxaneyên Elmanya karê bizîşkî dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedand û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye.)

(Cemşîd Bedirxan di zaroktayiya xwe de digel dayika xwe Rewşen Bedirxan)

Ew li sala 1959 an de li Elmanya dest bi xwendina bizişkî dike û li sala 1968 an de bi pileyeke baş doktoraya bizişkiyê werdigre. Her wiha li gelek nexweşxaneyên Elmanya û nêzîkî du salan jî li nexweşxaneyên Parisê de karê bizişkiyê dike. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweşxaneyeke taybetî, li temmuza sala 1970 an de piştî beyana adarê seredana başûrê Kurdistanê dike. Li bajarê Hewlêrê dixwaze nexweşxaneyeke taybet veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê nikare wê daxwaz û projeya xwe bi cîh bike. Li wir neçar dimîne û careke din vedigere Elmanya. Lê dema şoreşê li başûrê Kurdistanê destpêdike. Ew jî rola xwe ya serekî di alîkariyên derman û pêdiviyên tendirustiyê de dibîne û bi vî awayî jî alîkariyeke ber bi çav li tevgera Kurdistanî dike.

Li salên 1985 û 86 an de bi nasnameyeke din û bi naveke din bi awayeke veşartî seredana cîh û ware, bav û kalên xwe Cizira Botanê dike. Li wir nêzîkî du mehan dimîne û bajarê şirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare li wir zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.

(Cemşîd û kurê wî Curd)

Her wiha Bedirxan bi awayeke kara li damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd (Li şamê) û her wiha komeleya Xwendekarên Kurd li Elmanya û rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya şaxê Ewrupa de dibîne. Ji ber rewşeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdide û êdî zêdetir giringiyê dide karê xwe tenduristiyê. Dr Cemşîd Bedirxan li sala 10.12.1999 li Brezilya yê koça dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz a (Elmanya) dispêrin axê.

Dr Cemşîd Bedirxan ji derveyî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî bi awayeke baş dizanî.

Bedirxan berî ku koça dawî bike, li nameyeke taybetî de, ji bo keça xwe Evin Bedirxan hinek hestên xwe wiha parve dike.

“Min gelek xema azadiya xwe dixwar. Li demên xwendina Zanîngehê de her wiha heta piştî zanîngehê jî ez difikirîm ku li karê xwe de bigihîjim asta pîsporî an jî profesyoneliyê û bikaribim debara xwe jî bi dest bixim. Her wiha gelek gumanî meseleya fêrbûnê jî bûm. Ez ne feylesofim û ne jî teorisyenekî zanistî me, lê heta niha ez gihiştîme wê dûvçûnê ku her tişt hokara xwe heye. Zanist û perwerde jî dikarin van tiştan ronahî bikin. Bi girêdana çend pêşniyarek ku dawiya ho-karan digere û piştî dozîna encamê jî dikarê kontrolê li ser meselayan bike..

Tenê li serdema xwendina zanîngehê de min gelek hewldanên lêkolîna vê meseleyê da. Ewên ku ji nişkê ve têne holê. Bi kurtî meseleyên ji nişkê ve wiha bûn ku weku hêviyek bun ji bo eşkere-kirina çend nihêniyek û kontrolkirina wê meseleya ku armanca me têdabûn…”

(Cemşîd Bedirxan bi çakêtê xwe yê gelêrî yê herêma Bayern ango Bavyeraya Almanyayê…)

Ev name li 22.11.1999 an de ji hêla Cemşîd Bedirxan ve hatiye nivîsandin û bi merema destpêkirina xwendina Evîn Bedirxan yê zanîngehê hatiye nivîsandin. Piştî name gihiştiye destê Evîn Bedirxan, çend seetek din jî nûçeya koçkirina bavê xwe dibihîse. Her wiha keça Dr Cemşîd Bedirxan, Evîn Bedirxan di derbarê vê nameya bavê xwe de wiha dibêje:

“Li wan rojan min çendîn caran wê nameyê dixwend û her dubare dikir. Ew peyvên wî yên li wê nameyê de, bandoreke mezin li ser bîrên minên li zanîngehê kir. Bi derbasbûna salan min karî bi şîrovekirinên ramanên wî, ji bo xwe ramanek peyda bikim.

Birastî dema ku min demên xwe li gel bavê xwe derbas dikir, ew dem ji bo min gelek giranbiha bûn û ew her li bîranînên min dane. Zanyariya wî ya bi awayeke giştî gelek berfireh hebû û bi taybet li ser fêrbûna zimanan gelek berfireh û giranbiha bûn. Ev tişteke nebalkêş bû ji bo min, ji ber ku ew miroveke gelek ji derveyî rêzê (enteresant) bû. Mirovek xweş sohbet, balkişandî û gelekî xweş axaft bû…

(Cemşîd Bedirxan bi kevokan şa dibe)
Min bavê xwe bi temenekî nûgihiştî de wenda kir, lê min gelek hez dikir ku ew agahdarî armanc û rê jiyana min bûbûya. Ji ber ku eve ji bo min gelek giringe. ”

Di derbarê 50 sal derbasbûna li ser Komeleya Xwendekarên (Zanîngeh û Dawiya Navendî)Kurdên şamê, li hejmara 398 Çiriya Duyê 2008 ê rojnameya Dengê Kurd (Organa Partiya Demokrata Kurd Surî) yê bi zimanê Erebî de li ser damezrandina Komeleyê û rola Cemşîd Bedirxan de wiha hatiye nivîsandin: Ji bo pencemîn

Salvegera damezrandina hevbendiya xwendekarên Kurd li dawiya navendiyên Dîmeşq(şam)ê bi heman awayî hevbendiya xwendekarên Kurd li Dîmeşqê, bi destpêkirina xwedê jê razî Cemşîd Celadet Bedirxan, hevbendiya xwendekarên Kurd li dawiya navendiyên Dîmeşq li payiza 1957 an hate damezrandin, ku ew bi xwe hate ew tebeqeya em lê nîştecîh buyîn. şêx Mihyeddîn, Husên Kîkî û Mihemed Salih Cuma jî li gel da bun û li gel xwendekarên dinên li Taxa Kurdan.

(Cemşîd Bedirxan digel Nureddîn Zaza û endamên malbata xwe yên wekî dayika wî Rewşen Bedirxan û Sînemxan Bedirxan)

Di destpêkê de Cemşîd axaftin li ser derbarê giringiya damezrandina civînê kir ku hemû xwendekarên Kurd yên dawiya navendiyên Dîmeşqê li xwe bigirê, ji bo çareserkirina kêşeyan rênîşana wan bê, amojgariya wan bike û yarmetiya wan bide. Her wiha peywendî li gel civîn û semînerên xwendekarên Kurd li hundir û derve dirûst bike. Bi warê xwendin û nîştimanperweriyê ve û şandina nûneran ji bo kongre û hevdîtinan amadekari dikirin. Cemşîd û Mihemed Salih Cuma û Dawid Hersan û Xelîl ( Kobanê bu) wekî endamên lîjneya kombestê hatin hilbijartin û her wiha şa’îrê mezinê Kurd Hejar û parêzer Elî Fetah Dizeyî (Kurdê Kurdistana Iraq bu û wê demê li Dîmeşq bu) yarmetiya me kirin. Ji bo nivîsîna peyrewa kombest û sazdana hinek çalakiyên qutabiyan (Pîşeyî û Nîştimanî) û bi vê jî gelek xwendekarên Kurd ji Cizîrê û Çiyayê Kurmanca û Kobanê pêkve civiyan, lê belê gelek mixabin çalakiyên vê civînê bi hoy û sedema seferkirina Cemşîd ya Elmanya bi mebesta dirêjepêdana bi xwêndina xwe ya li zanîngehê berdewam nebu. Eve jî bu hoy û sebeba ji hevdû veqetîna xwendekaran û hejmarek ji wan jî dev ji xwendinê berdan. Her wiha ji ber nemana azadiya demokratan û desteser kirina xwendekarên çalak jî, tevgera nîştimanî û xwendekar jî tûşî nehametiyê hatin û karkirina wan kêm bû. (Mixabin di rojnameyê de navê nivîskarê vê gotarê nehatiye nivîsandin)

Her wiha Dr Mihemed Salih Cuma ku di demekî hevaleke herî nêzîkê Dr Cemşîd Bedirxan bû li hevpeyvîneke taybet de (Hewlêr (22.12.2008)) di derbarê rola Dr Cemşîd Bedirxan yê li rêxistina komeleya xwendekarên Kurd û tevgera Kurdî de wiha dinirxîne.

Min Cemşîd li sala 1956 an de nas kir, wê demê me pola dehan dixwend. Ji bo xwendinê em jî wekî gelek xortên Kurd ji Qamişlo çûne şamê. Li wir me peywendî li gel Kurdên şamê kir. Yek ji wan kesên ku me peywendî li gel kir Cemşîd Bedirxan bû. Em gelek caran ji ber pirsa Kurd diçûn mala Rewşen Bedirxan. Ji ber ku temenê min û Cemşîd Bedirxan wekî hev bû peywendiyeke me yê gelekî baş hebû.

(Cemşîd Bedirxan di gel kesayetiyên mîna Nureddîn Zaza, kurê Nuredîn Zaza şêrko û her wiha Rewşen Bedirxan û Sînemxan Bedirxan)

Li wan salan de tevgera Kurd gelekî xurt bû, wan dixwest hem li gel xwendekarên dawiya navendî û hem jî li gel xwendekarên zanîngehê çalakiyan pêk bînin. Em (Mihemed Salih Cuma, Cemşîd Bedirxan, Hiseyn Kîkî, Braderê Dawud şefiq, Ednan Mihemed) wekî xwendekarên dawiya navendî buyîn û ji rojavayê Kurdistanê hatibûn û me dixwest di vî warî de em rêxistinek pêkbînin. Rêxistina xwendekarên dibistanê jî ji aliyê zanîngehê de Hemîd Derwêş, Îzedîn Resul û hinek Kurdên başur jî hebûn. Her wiha li wê demê de me dixwest em rêxistina PDK Suriye jî çêbikin. Ji bo wê yekê em li gel Cemşîd Bedirxan rûniştin û me peyreweke rêxistinê çêkir. Piştî ku me bendên peyrewê nivîsand, me xwest ji aliyê mafperwerî de bingehek çêbikin. Ji ber wê yekê me li gel Mam Hejar û Alî Fetah Dizeyî hevdîtin pêkanî û peyrewê me nîşa wan kir. Piştî ku li ser peyrewê me hinek guhertin çêkir û paşê jî me çap û belav kir û êdî me dest bi rêxistinê kir.

Rêxistina me li salên 1956 an de û heta 59 an ku ez li wir bûm, gihişt hemû şam, Cizîr û Çiyayê Kurmanca. Her çiqas rêxistineke biçûk bû lê dîsa jî gelekî zû belav bû. Cemşîd li sala 1958 an çû Ewrupa û ez jî li dawiya sala 59 an çûme Ewrupa.

Li 24.12.1959 an de ez giham Munih, Elî Dizeyî hate pêşwaziya min û ez çûm mala wî. Yanî peywendiyê min û Cemşîd ji salên 1956 an heta 63 an gelekî xurt bû. Em her du jî li Munih bûn lê piştî ku ez çûme Rojhilata Elmanya peywendiyên me piçek ji hevdû qût bû.

Em her dû jî endamê Partî bûn û me li gel hevdû kar dikir. Cemşîd Bedirxan li nav Partî de her wiha li nav xwendekarên Kurd leqê Elmanya de û pêkanîna rêxistinên Ewrupa de û rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya li Ewrupa de rolekî serekî dilîst. Li pêkanîna rêxistina Pdk Ewrupa de 22 şubatê 1960 ez û Cemşîd jî ji Suriyê beşdar bûbûn. Ew cara yekem bû ku Partî li Ewrupa dihate birêxistin.

Birastî Cemşîd Bedirxan xwedî eqlekî Ewrûpî û gelek jîr û zana bû. Ev yek ji semîner û civînên wî de bi zelalî dihate xuyan. Li ser xebata me jî Komeleya Xwendekarên Kurd li seranserî Ewrupa rolekî mezin dît. Ji Yunan heya Fransa, Ji Ingilîstan heya Swêd, dewletên Iskandînawî û hinek dewletên rojhilat jî me şaxên komeleyê vekiribûn. Armanca me ew bû ku em dostên xwe zêde bikin û dijminên xwe kêm bikin. Cemşîd bi taybet di vî warî de gelekî jêhatî bû.

(Cemşîd Bedirxan amadekirina gereke bi bisiklêtê dike)

Me xewneke pir bilind hebû ew jî xewna Kurdistaneke azad û serbixwe bû. Xewna me bi awayeke giştî ew bû ku em welatê xwe rizgar bikin. Ev xewneke gelek Kevin bû lê ji bo me rêk ketibû. Da ku em bikaribin li civat û zanîngehên Ewrupa de pirsa Kurd bidin zanîn. Ji ber ku wê demê dijî Kurdan ragihandineke gelekî xerab ji destê Ereb, Tirk û Farisan ve dihate meşandin. Çi naveke xerab hebe li Kurdan dixistin û tiştên baş ji bo xwe dihiştin. Me nedigot em ji gelên Ereb Tirk û Faris baştirin, lê me digot em ji wan kêmtir nînin û em jî wekî wan dixwazin ji bo gelê xwe kar bikin. Ji bo wê yekê ne tenê xewna Cemşîd xewna me bi awayeke giştî Kurdistaneke azad bû û ji bo wê yekê jî me kar dikir.

Cemşîd yek ji wan rewşenbîrên Kurdistanî bû. Peywendiyên wî li gel kesayetiyên her çar perçeyên Kurdistanê re hebû. Her wiha peywendiyeke wî yê gelekî baş li gel Nuredîn Zaza û Ismet şerîf hebû. Li gelek zanîngeh û bajarên Ewrupa me semîneran li dardixist eve jî feydeyeke wê yê baş hebû.

Her wiha em di wê demê bubun endamê Yekîtiya Xwendekarên Cîhanî jî, eve jî karekî gelekî baş bû. Li sala 1964 an de em bun endam. Her wiha em jî di hemû semîner û civînên Yekîtiya Xwendekarên Cîhanê de beşdar dibun.

Gelek bîranînên min li gel wî hebun. Wekî mînak berî ku em herin semînerekî me karê xwe parve dikir. Dema em beşdar jî dibun me bi awayeke rêkûpêk semînerên xwe pêşkêş dikirin.

(Tirba Cemşîd li goristana Koblenza Almanyayê)

Celadet.com spasiya rojnamegerê kurd ji Hewlêrê Mîrhac Mistefa û malpera wî Hemdem.com dike, ku ev nivîs digel wêneyên girêdayî babetê kirin di xizmeta me de.

*Çavkaniya Wêneyan: Ragihandina rojnamevan Mîrhac Mistefa ji arşîva Sînemxan Bedirxan

 

Back to top button