Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulusê Brîtanya kir

Cihgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî li Hewlêr, pêşwazîya konsulê Brîtaniya yê li Kurdistanê Kriss Bawers û şanda pê re kir.
 
Kriss Bawers jî konsulê nû yê Brîtaniya yê li Hewlêrê ye û nû dest bi kar û barên xwe kiriye. Ji bo vê yekê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî lê kir û hêvîya serkevtinê jê re xwezt.
Di vê dîdarê de behsa pêwendîyên navbera Brîtaniya û Kurdistanê hat kirin û hat tekezkirin, ku ew di warên aborî û bazirganî de gelek ber bi pêş ve diçin.
 
Di beşekî dinê vê dîdarê de, behsa rewşa siyasîya Iraqê û Kurdistanê  hat kirin û bi taybetî jî, behsa prosesa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê hat kirin.
Kriss Bawers pesnê Nêçîrvan Barzanî da, ji ber ku ew di warên civakî de û bi taybetî jî di warê parastina mafên jinan de, roleka mezin dibîne.
 
Di vê dîdarê de behsa prosesa sazdana kongireya 13-ê  jî hat kirin û Kriss Bawers hêvî xwezt, ku serkevtin bibe behra (para) vê kongireyê.

Back to top button