BILBILÊ DILÊ MELÛL

Li demsalên bextewariya berbabûyî
peleke ji dara xwe
weşiyayî me
sêwiyê payîza birçî me
leyîstikê li ber destên
qumara şevên xopan im
noqarê deryayên xemkêş im
li pey dengê dergûşa nava xwe
dimeşim
li nav êş û kovanên vî bajarê kul û kederan
ez difetisim
di rayên laşê min de
keser û nalîn diherikin
li zivistanên cemidî
tova berfîneke bêsebir im
li qûntarên çiyayên azad
dipişkivim
rengê min kesk û sor û zer in
bi bayê reş re
bêhna gul û sosinan
li warê bêxwedî belav dikim
li dahatûya rojên geş
teşiya demên rengîn
dirêsim
bêdengî
zimanê tenetiya min ya birînkûr e
jiyana min ya bêbext
du rondikên çavên ziwa ne
girnijîna li ser lêvên qeliştî ne
jana xeyaleke şîrîn e
xumxuma ava çemeke xemgîn e
çala xeman ya bêbinî ye
şuhreta xewneke derewîn e
xweliyê pîzota agirê tendûrê ye
hêviya li nav gumanên qermiçî ye
daxwazên li ber toza baranê ye
gopala destê kal û pîrên piştxûz e
kilîda deriyê stargehên şikestî ye
hîqehîqa lorîna
têlên melodiya xatirxwastinê ye
awaza bilbilê nava dilê min yê melûl e
hesreta evîna biharên têkçûyî ye

 Xizan Şîlan
 2010-04-02
 Stockholm

Nerîna min :