Polîtîk

Şeş parlementerên Tevgera Goranê îstêfa dikin

Li gor nûçeyeke jimareya îro ya rojnameya Hawelatî  dê parlamenter dr. Şaho Seîr, dr. Zana Reuf û dr. Cafer Elî endamên parlamentoya Kurdistanê yên ser bi kutleya Tevgera Goranê dê di yekê îlonê de îstîfa bikin.

Herwesa rojnameya Hawelatî dinîvîse kut ê çaverê kirin piştî ev her sê parlamenter îsîfa dikin, sê parlamenterên din yê ser bi kutleya Tevgera Goranê; Îsmaîl Gelalî, Kwêstan Mihemed û dr. Perîhan Qublay jî endametiya parlamentoya Kurdistanê îstîfa bikin.

Rojnameya Hawelatî dinivîse: Ev demke dirêje her sê ûarlamenterên parlamentoya Kurdistanê yênser bi tevgera Goranê dr. Şaho Seîr, dr. Zana Reuf û dr. Cafer Elî beşdariyê di civînên normalên parlamentoya Kurdistanê de nakin. Ew parlamenter dê di yekê îlonê de îstîfa bikin daku ji %80 meaşê xwe yê teqawîdî (şeş milyon û 250hezar dînar) werbigirin ku du sal û tek roj bi ser parlamenteriya wan re derbas dibe. Eger ew beriya yekîê îlonê istîfa bikin ew dê tenê ji %60 ji meaşê xwe (çar milyon û 500 hezar dînar) wergirin.

Weke tê zanîn Tevgera Goran weke hêzeke nû ku, ji YNK cuda bûye, beşdarî di hilbijartinên temûza 2009ê de kir û 25 kursiyên parlamentoya Kurdistanê bidest xistin û heta nuha weke hêzeke opozisyon di parlamentoya Kurdistanê de kar dike.

Li gor dîtina hindek şarazayên warê siasetê, tê gotin ku jiber du sedeman di nav Tevgora Goranê de tevlîhevî û nakokîiya ser hildaye. Yekem: Jiber teamila Goranê digel xwepêşandanên bajarê Silêmaniyê û hevbendiya wê digel hêzên îsalmî. Duyem: Tevgera Goran xwe amade dike kongreya xwe saz bike û xwe weke hizib îlan bike û li ser seroaktiya Tevgerê li hev anakin.

Back to top button