Bihareke Erebî yan havîneke xwînî ji bo Suriyê?
Partiya Sosyaldemokrat a Almanî SPD bi Komîteya “Demokrasi bo Sûriyê“ re konfiransekî bi sernivîsa: Bihareke erebî yan havîneke xwînî ji bo Sûriyê?, li dar dixe. Hemû aliyên rikberiya Sûriyê di gel hejmareke baş ji nivîskar û rewşenbîr, Rojnamevan û Television hatine vexwendin.
Konfirans di katjimêr 10:00 de di 25.06.2011-ê de li bajarê Frankfurtê li gorî vê bernameyê li dar dikeve:
– Bixêrhatina mêvanan ji aliyê Uta Zapf endama perlemana elmanî ji komika SPD û berdevka karûbarên siyaseta derve.
– Rewşa rojevî ya Sûriyê li gorî nêrîna welatiyê Sûriyê bi gotina endamê Komîteya „Demokrasiyê ji bo Sûriyê“ Abdulaziz Zähter dest pê dibe.
– Gotin û nêrîna partî û rêxistinên erebî, kurdî û aşûtî derbarê rewşa Sûriyê û riyên alîkarî û piştgiriya şoreşê.
– Giftûgo û veguhastin nêrînan bi rêzdar Uta Zapf re.
Konfirans li mala Partiya Sosyal Demokrat a Alman li ser vê navnîşanê li dar dikeve:
SPD-Haus
Fischerfeldstr. 7-11
60311 Frankfurt am Main.
0049 (0) 29 98 88 140
Komîteya „Demokrasiyê ji bo Sûriyê“