Cîhan

Îran li Başûr nawendên leşkerî ava dike

Li gora nûçeya PNA, doh di êrîşa ku bi çekên giran ya artêşa Îranê, bi dehan sewalên gundiyên Kurd telef bûn.
Dewleta Îranê bi berdewamî li ser sînoran û li nav xaka Başûrê Kurdistanê de navendên eskerî yên nû ava dike.
Di nav axa başûrê Kurdistanê de, li herêmên Pîrelok, Qopî, Berdûnaz, Kanîreş, Mêrgan û hejmarek herêmên din yên ser sînorê Çoman, heta niha heft (7) navendên eskerî hatine avakirin.

Karbidestên hukûmeta Herêma Kurdistanê jî damezrandina van navendên eskerî ji aliyê rejîma Îranê ve piştrast kirine.
Hat zanîn ku eskerên Îranê yên girêdayî van navendan, ji bilî ku kemînan datînin, bi taybetî êrîşî herêmên çêrandina pez û sewalên gundiyên dikin.
Di çarçoveya van êrîşan de doh çekdarên Îranê bi çekên giran êrîşî çend herêmên li nav axa Başûrê Kurdistanê kirin ku di encam de bi dehan sewalên gundiyên herêmê telef bûn.
Beriya çend rojan, li sinorê gundê Çoman Wêze, li navçeya Kanyareş û Pîrelok, di encama teqîna mayînek wan de, 7 pasdarên Îranê hatibûn kuştin.

Back to top button