Cîhan
Li Sûrî hovitî berdewam e
Hêjmara penaberên Sûrî li Tirkiye zêde dibe. Ji bajar û gundên nêzikî tixûbê Tirkiye gelek xelk direvin û berê xwe didin Tirkiye. Heta niha hêjmara kesên ku derbasî Tirkiye bûne gihatiye 11 hezara.
Wek din li aliyê Sûrî jî hukumeta Tirkiye arîkariya kesên ku kom bûne û dixwazin derbasî Tirkiye bibin dike. Li aliyî Sûrî leşkeran gelek rê li xelkê girtine û nahêlin kesek nêzikî tixûb bibe. Li gora parêzgerê mafê mirovan Mustafa Osu li Sûrî dibêje, Hêzên çekdarên Sûrî, li bajarokê Bdama û li gundê Rihan operasyon kirin û bi sedan kes girtin. Herweha ev çavkanî dide xuyakirin ku, ihtimala ku sûrî êrîşek îbibe ser xelkên li devera tixûb kom bûyin jî heye.