Rojnamevanê dostê kurdan ê hollendî sîxûr derket
Zilamekî Hollendî yê 50 salî li ser wê yekê mikûr hat ku gelek salan sîxûrî li ser Kurdên rûniştvanên welatê xwe kiriye. Pawil Krayer xwe wekî “Rojnamevanekê dost û nêzî Kurdan” dabû nasandin û di rojnameyên Hollenda yên navdar de gelek caran gotarên ji bo piştgiriya li Kurdan nivîsandibû. Niha ew bi xwe li ser wê yekê mikûr hat ku ji despêkê ve wî ji bo Dezgeha Sîxûriya Hollenda (AIVD) kar di kir.
Roja 04.06.2011ê rojnameya Telegraph a hollendî hevpeyvînek li gel Krayer de belav kir. Li gor wê rojanemeyê niha Krayer li cihek ne diyar kar dike û hevpeyvîn jî bi veşartî hatiye kirin. Krayer ji rojnameyê re behsa wê yekê dike ku 25 salên borî bi navê karê rojnamevaniyê tevlî gelek rêxistinên “Çep ên radîkal” yên li Hollenda bûye. Yek ji wan rêxistinan jî Navenda Zanyariya Kurdistan a li bajarê Amsterdam bû. Wê rêxistina kurdan wekî; “Sergirtiyek ji bo rêxistina terorîstî” PKK’ê dide naskirin. Di wan rêxistinan de karê Krayer ew bû ji AIVD’ê re zanyariyan kom bike û bi awayek sergirtî karê sîxûriyê bike.
Krayer dawiya salên 90ê û despêka salên 2000ê de endamek çalak ê Navenda Kurdan a li bajarê Amsterdam bû. Di gotarek ji rojnameya Traw re nivîsandî de, parêzvaniyê ji mafê kurdan dike. Di gotara xwe de, xwe wekî endamê desteya nivîskarên Govarek bi navê Kurdistan ji xwendekarên rojnameyê re daye nas kirin.
Di dema xebata Krayer a li gel rêxistinên Hollenda yên çep, gelek kiryarên girtinê hatin kirin û çavkaniya girtinan jî zanyariyên ku wî dida AIVD’yê bûn. Yek ji çalakvanên çepên Hollenda yê herî navdar bi navê Pêter Yansin, dostek nêzî Krayer bû. Rojekê Yansin wekî xelat laptopekê ji Krayer werdigire û di cih de piştî wê yekê tê girtin. Niha Krayer wê yekê eşkere dike ku ew laptop ji aliyê AIVD ve hatibû amadekirin û ji bo hemû zanyariyên Yansin têxe nav de, veguhêze.
Yekitiya Rojnamevanên Hollenda ya tekane organa fermî ya parastina rojnamevan û karê rojnamevaniyê ye, li gel Partiya Sosyalîst a Hollenda, daxwaz ji wezîrê navxwe yê Hollenda kirine ku di vê derbarê de daxûyaniyek zêdetir bidin. Yekitiya Rojnamevanan di daxûyaniya xwe ya ku despêka vê heftiyê belav kirîyê de karê dezgeha AIVD û wezareta navxwe ya Hollenda şermezar kiriye û dibêje: “Bi navê rojnamevan di nava wan rêxistinan de karê sîxûrîkirin, radeya rastbêjî û serbixwetiya karê rojnamevaniyê li Hollenda têxe ber pirsê. Lewra pêwîste di vî warî de lêkolîn bên kirin û rêyên yasayî yên pêwîst li ber bên girtin.”
Ev çend sal bû Krayer çûbû welatê Sûraynam, li wê derê bûbû edîtorê govarek navdar. Piştî çîroka wî ya di rojnameyên Hollenda de eşkere bû, xwediyê govarê biryara derxistina wî da. (Rûdaw)