Caf: Li dor bizorêvegerandina penaberan divê Zêbarî bersiv bide
Endama lêjneya mafên mirovan li parlamentoya Iraqê, Eşwaq Caf diyar kir ku, wan bi fermî ji serokatiya parlamentoya Iraqê xwestine, sedema bizorêvegerandina penaberên îraqî ji aliyê welatên Ewropayê ve, ji wezîrê derve Hoşyar Zêbarî bê pirsîn.
Eşwaq Caf endama perlamentoya Îraqê ya ser bi kutleya hevpeymnaiya Kurdistanê ve, ji AKnewsê re got: “Me îro bi fermî ji serokê parlamentoyê Usame Nucêfî xwest ku ji bona şirovekirina sedemên bizorêvegerandina penaberan, Zêbarî bo parlamentoyê bang bike.”
Endama lêjneya mafên mirovan Eşwaq Caf got ku, divê wezîrê derve yê Îraqê sedemên bizovegerandina penaberan ji aliyê welatên Ewropayê ve bo Îraqê aşkere bike û “Her wiha, divê wezîrê derve, sedema bêdengiya balyozxaneyên Iraqê yên derve ronî bike.”
Ji aliyekî din, Biryardera lêjneya mafên mirovan a parlamentoya Iraqê Berfîn Hisên got: “Me gelek hewl dan ku em nehêlin, penaberên îraqî bi awayekî nemirovane, bên vegerandin. Lê hewlên me bêencam man.”
Hisên, bang li hikûmeta Iraqê kir, rêkeftina ku bo vegerandina penaberan digel welatên cîhanê îmze kiriye, li ber çavan re bê derbaskirin.
Li gor hindek çavkaniyên 70 penaberên îraqî ku piraniya wan kurd in, li Brîtaniyayê di zînêdanê dene û roja 21ê vê mehê dê bizêrê vegerînnin Bexdayê.
Herwesa Li gor hindek îstastêka, 60 hezar penaberên kurd ji aliyê welatên Ewropayê ve bo Kurdistanê dê bi zorê bên vegerandin.
Di beesiva pirsekê de ka helwesta hikûmeta Kurdistan çiye? Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hewlêr ku, beriya çem rojan weşamdiye dibêje:
– Ev pirs pirseke berdewam ya navbera me û wan welatên dixazin peneran bizorê vegerînin e. Ez dixazim di vî warî de çend rasteykan ber çav bikim:
Yekem: Hikûmeta herêma Kurdistanê tu rêkeftin, ne nihênî ne jî eşkere, digel wan welatên dixazin penaberan bizorê vegerînin îmza nekiriye.
Duyem: Em bi tu awayê nabib beşek ji bernameyekî ku ziyanê bigihîne hevwlatiyên me, revenda kurdistanî û penaberên kurd. Divê em hurmetê ji qanûn û rêkeftinên navdewletî bigirin. Em ne welatekî serbixwe ne het bikarîn rêkeftina bi welatan re îmaza bikin. Îraq weke welatekî serbixwe xwediyê serweriyê ye, rêkeftin îmza kiriye û em nebeşek in ji wê rêkeftinê nabên beşek jî jê. (https://rojevakurd.com/politik/7770-welatan-Kurdistan-Kurdistan-welatan-nnerat-heye.html)