Salvegera 64 saliya derbasbûna Barzaniyê nemir û hevalên wî ji rûbarê Aras

Li rêwresmeke taybet de 41 hevalên Barzaniyê Nemir û peyamnêrê rojnameya Xebat hatin xelat kirin. Li hola Sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi amadebûna Ebbas Xezalî Mîrxan Nûnerê Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Sebah Beytullah Endamê Parlemena Kurdistanê û Pêşmergeyên Qehreman û Yawerên Barzaniyê Nemir û xwendekaran, rêwresm destpêkir.
Di destpêkê de gotara Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ji aliyê Îrfan Ezîz Sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ve hate xwendin. Li gotara xwe Ezîz balkişand li ser xebata wan şoreşgêran ku Kurdistanê bi destxistine. Ji bo wê yekê bi pêwîstî zanîn ku wan hevalan xelat bikin.
Paşê Ebas Xezalî Mîrxan bi Nûnerayetiya Nêçîrvan Barzanî gotarek xwend ku behsa çawayiya wan rêyên sext û rêya mayîn û nemayînê hilbijartibû li gel rêberiya tevgera rizgarîxwaza azadiya Kurdistanê bavê Kurd Barzaniyê Nemir ku çawa piştî têkçûna Komara Mehabadê biryara man û nemanê hilbijart û her wiha ew destkeftên ku niha heye li sayeya wan qehremanane û xwîna şehîdan bi dest hatiye.
Piştî xwendina çend perçe helbestek ji aliyê Mam Kazim Şanederî ku ew helbest di derbarê li jiyan û wê rêya ku li rûbara Aras derbasbûne dikir. Paşê 41 hevalê Barzaniyê Nemir û Sefer Yusif Mîrxan Jajukî Peyamnêrê Rojnameya Xebat hatin xelat kirin.
Bi vê bîranînê jî pirtûka binyatnerên îroya Kurdistanê ku ji aliyê Sefer Yusif Mîrxan Jajukî ve hatiye nivîsandin li ser amadevanan hate belav kirin ku ev pirtûk behsa jiyan û xebat û wê ezmûna ku îro bi xwîna şehîdan û Pêşmerge bi cîh hatiye behs dike û ew hemû babet û hevpeyvînên ku li rojnameya Xebat de hatine belavkirin ku behsa dîroka xebata tevgera Barzaniyê Nemir û hevalên wî û Pêşmergeyê qehremanên Eylûl û Gulan û jiyana şehîd Îdrîs Barzanî û şehîdên Kurdistanê dike.