Hevpeyvîn

Kerkûkî: Tehamûl nemaye

 
Civata Siyasî ya Ereb li Kerkûkê, çend roj berî niha beyannameyek dijî axaftinên Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî belav kir, li ser wêya ku gotibû ger dîsan cîbicîhkirina madeya 140ê bê bipaşxistin xelk wek gelê Tunis û Misrê dê ji cîbicîkirina madeyê dest bi mangirtinê bikin.
 
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Kerkûkî da zanîn ku axaftin û beyannameyên wek a Civata Siyasî ya Ereb li Kerkûkê ‘’axaftinên şaş û kêm in’’ û li gor wî, xwepêşandan û mangirtina xelkê Kerkûkê hikûmeta İraqê neçar dike ku madeya 140ê cîbicîh bike û dibêje: ‘’Evna li pêşiya me ye û hemû dem jî bo wê maqûl e.’’
 
Bi baweriya Kerkûkî, di destpêkê de cîbicîhkirina madeya 140ê pir asan bû û axaftina xwe wiha diqedîne: ‘’Lê belê me gelekî rewşa İraqê liber çav girt ku çênedibû vêna bikin. Ger cîbicîhkirina madeya 140ê zêdetir paş bikeve xelk bi xwe Kerkûkê vedigerînîn ser wî cihê ku ew bi xwe dixwazin.’’ 
 
Bi raya we, teqînên vê dawiyê yên Kerkûkê dirêjiya yên berê ne, yan acendayeke taybet bi Kerkûkiyan li pişt wan hebû?
 
Kemal Kerkûkî: Li her cihekî, terorist hewl didin tevliheviyan derxin û heya ji wan tê xelkê dikujin û hêsankarî jî ji wan re tên kirin ji aliyê paşmayên Baasê û şovenan û ewên ku naxwazin demokrasî, federalî û bihevrejiyan hebe û dixwazin Iraq vegere serdema tarîtiyê.
 
Serokê Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140ê Rayîd Fehmî dibêje: Aliyên derveyî rêgirên xurt in bo bicihnekirina madeyê, bi raya we jî wisa ye?
 
Kemal Kerkûkî: Hewldanên zêde hene bo bicihnekirina madeya 140ê, lê eger em bi xwe ciddî bin û jê re kar bikin, bila her hewldan û dengê derveyî bo bicihnekirina wê heye. Kêmasî li Bexda ye, eger li wir rewş baş be û niyeta baş hebe, tê bicihkirin. Ji ber madeyeke destûrî ye û ew kêşe çareser dike. Ewên ku hewldana bicihnekirina vê madeyê dikin naxwazin kêşe çareser bibe û dixwazin her bimîne, naxwazin li Iraqê bihevrejiyan û demokrasî û kar bo vejandina Iraqê bê kirin. Destê derveyî hebe yan nebe, divê em hewldanên xwe bikin. Divê em her mêkanîzimekê pêk bînin bona bicihkirina madeyê û paşguh nexin, ji ber xelkên wan navçeyan sitem li wan hatiye kirin û ne dadmendî li himber wan hatiye kirin, lewma berdewambûn li ser wê rewşê berdewambûn e li ser zulm û nebûna dadweriyê, ev jî nabe û divê em jî kar jê re bikin û bersivê bibînin û nabe zêdetir deyax bikin.
 
Rola nûnerên Kurd di hewldanên bona bicihkirina madeya 140ê çawa dibînin?
 
Kemal Kerkûkî: Hemû ne weke hev in, em nikarin bêjin hemû başin û nikarin bêjin jî hemûçk lawaz in. kesên wisa di nav wan de hene ku şev û roj bi ciddî kar dikin û kesên din jî hene dibe ku hê jî ji meseleyê fam nekiribin. Em dixwazin hevahengiyeke xurt li gel nûnerên Kurd li Bexda çêbikin û li gel dezgehên dî yên Iraqê jî. Em amade ne û baştir jî xwe jê re amade dikin, lê pêşiya me ne zelal e. Li Iraqê rewş ewqasî xirab e ku kes hesûdiya wê nake, tevahiya rewşa Iraqê aloz e ji bilî Herêma Kurdistanê. Eger ne ji rola cenabê serokê Herêma Kurdistanê bûna, dibe ku hikûmeta Iraqê pêk nehata û berbi riyeke dî biçûya.
 
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de te got eger rewşa Kerkûkê bi vî rengî berdewam be û bicihkirina madeya 140ê zêdetir paşbikeve, mangirtin û nerazîbûn weke Sûriye, Misir û Tunusê wê derkevin, vê ya jî Ereb nîgeran kirin. Raya we çiye?
 
Kemal Kerkûkî: Nabêjim Ereb, ji ber beşekî zêde yê Ereb, Turkmen, Keldan, Suryan, Aşûrî û Ermeniyên Kerkûkê weke me diramin, hez dikin paşeroeke baştir, aramî û bihevrejiyan hebe, lê hinek kes hene bona dewlemendbûn û berjewendiyên taybet û bidestveanîna hinek destkeftên siyasî û îdarî ji xwe re li ser hisabê xelkên wî bajarî, dengekî nexweş dûr ji yasa û destûr bilind dikin, dixwazin rewşê wisa nîşan bidin ku eger made hat bicihkirin, wê rewş têk here. Her ew bi xwe jî factor in bo têkdana aramiyê, ew birêzên han di wê civatê de berjewendiyên Iraqê û jiyana xelkê giring nabînin, hergav daxuyaniyên tundûtûj didin û weke ku eger xelkê wan navçeyan sibe di referendumê de biryar dan bên ser Herêma Kurdistanê, weke parçekirina Iraqê dibînin. Hewlêr jî beşek ji Iraqê ye. Ew nerînên wan çewt in û ne di berjewendiya Iraq û cîbicîkirina destûrê de ne, lê di berjewendiya têkçûna aramiya deverê de ne. Em dibên xelkên wan navçeyan û Kerkûkê sitemeke mezin ji aliyê rêjîma berê dîtin û hatin girtin û binaxkirin, lewra divê niha ev sitemkarî ji ser wan bê rakirin. Lewma pêwîst e vêga rêz li wî destûrî bê girtin ku ji sedî 80ê xelkê Iraqê dengê xwe li ser dane, cîbicîkirina madeya 140ê pir hat paşxistin, eger zêdetir paş bikeve, bersiva hikûmetê jî ne erênî be, wê xelk bi xwe wê vegerînin ser wî cihê ku baş dibînnin, ew xelk jî ku dakeve ser cadeyan ne ji bona guherandina dewletê û hikûmetê ye, lê bona wê ya ye ev made bê bicihkirin û mafê wê xelkê lê bê vegerandin, vêce kesek yan aliyek li vir û li wir  bixwaze wisa nîşan bide ku cîbicîkirina madeya 140ê kêşeyên wan deveran zêdetir dike, berovajî vêya, dibe ku aramiyê li wan navçeyan bicih bike. Ew dengên nexweş jî kêm in.
 
Rojane ser cade dibe yek ji mekanîsmeyên nûnerên Kurd a ji bo zextxistina li ser Hikûmeta İraqê û ji bo madeya 140 peyrew bike?
 
Kemal Kerkûkî: Ez piştrastim ku îro li Rojhilata Navîn pirsgirêkek dirûstbûye û zimanê xwe sepandinê nemaye, zimanê yasa, girêdana bi rêbazên demokrasî û destûrê heye. Destûrek demokratîk a federal rê jib o çareseriya pirsgirêkan daniye. Eger neyê cîbicîkirin, wê demê wê xelk deshilatê neçar bikin û cîbicî bikin. Birêz Malikî li gel cîbicîkirina wê maddeyê ye, min bi xwe li gel axivî û ji min re got, ez li gel cîbicîkirina wê maddeyê me. Ev ji bilî peymana navbera birêz Malikî û Kurdan de heyiye. Malikî ji dil dixwaze sozên ku ji Kurdan re dayî, cîbicî bike. Rewşa İraqê aloze û tenê navê İraqê dewlete, lê wê heya kengê aloziya İraqê bibe sedemê cîbicîkirina maddeya 140’ê. 
 
Ew biryara hatina ser cadeyan, biryara serkirdayetiya Kurde yan jî pêşniyareke û tû dikî?
 
Kemal Kerkûkî: Min herdem gotiye û ezê dûrî şiddetê bêjim jî, gel dikare mafê xwe yê rewa bi dest bêne û rêya herî baş ji bo cîbicîkirina maddeya 140 bêyî xwîn rijandinê ye. Niha jî rojane kesên ji wan navçeyan tên gel min û sebra wan nemaye. Sebra wan giha gimikê û êdî tehemûla vê rewşê nakin. Maddeya 140 tenê ji bo wê yekê hatiye danîn ku tanzîmatê bidin xelkê, pere bidî û çek mesref bikî, eger xelk jî neçe û maddeyê jî cîbicî neke, wê her zilm û ne edaletî berdewam be. Dîtina me jî li gel wê yekê ye ew madde pir paşve ketiye, pêwîste zû bê cîbicîkirin û xelê Kurdistanê jî ji bo cîbicîkirinê amadeye.
 
Vejandina hatina ser cadeyan a Kurdan di demekê de ye, Kurdan berî demekê postê Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê daye Tirkmenan. Çima di vê demê de?
 
Kemal Kerkûkî: Li gor Tirkmenan, wekî em temaşe dikin û temaşeyî mirovan dikin, çend xizmeta xelkê dike, çi pirsgirêk nîne ji her netewe, ol û mezhebekê be. Dema me ew post da Tirkmenan, ev nîşana niyeta paqije. Ji ber metirsiya Kurdan li ser ti kesê nîne, li fermangehên Kerkûkê gelek tevlîbûna Tirkmenan li ber çav hatiye girtin. Piraniya birayên Tirkmen li gel asayîkirina rewşê ne.
 
Heya niha jî wekî tê gotin milmilanêya YNK û PDK’ê zerer gihandiye Kerkûkê, dema wê nehatiye bi dawî bibe?
 
Kemal Kerkûkî: Milmilanêya YNK, PDK û aliyên din ji kûderê ve hebin, eger milmilanêyek paqij bikin asayiye, lê ger li ser hesabê neteweya me be xirabe. Di hilbijartina parlementoya İraqê de hinek alî bi tenê beşdar bûn û zerer li Kurdan kirin. Li gel hemû milmilanêya YNK, PDK û çend aliyên din, Kurdistanî bi hev re beşdar bûn û ya giring ewe ku bi lîsteyekê beşdar bûn û çarenivîsa gelekê li ber çavan bû. Em çend li Kerkûkê Kurdistanîbûnê bikin, em ewqas xizmetê ji bo pirsa Kerkûk û proseya demokrasî dikin.
 
Berî demekê Serokwezîrê Brîtanya yê berê Jean Makers serdana Herêma Kurdistanê kir, helwesta Brîtanya li ser maddeya 140 ne diyare. We li gel behsa vê yekê kir?
 
Kemal Kerkûkî: Pirsa Kerkûkê pirsgirêkek navxweyî ya İraqê ye, lewra hinek ji wan bi şaşî têdigihin û hinek bi ragihandinê bandor bûne, lê çi berpirsê cîhanê yê bê vê derê ezê rewşê jêre eşkere bikim û me ji bo helwestê têgihiştin jî heye. Lê ger hikûmetek İraqê girêdayî destûr û yasayê hebe, em dikarin wê maddeyê cîbicî bikin. Bandora Amerîka, Tirkiye, Îran û Fransa heye, giranî û rolê wan heye. Ew jî dibêjin; meseleya Kerkûkê meseleyek navxweyî ya İraqê ye, maddeya 140 jî maddeyek destûriye, pêwîste rêz li destûra İraqê bê girtin û ew madde jî bê çareser kirin. Ji despêkê ve çareserkirina maddeya 140 pir hêsan bû û çend paşve ket aloztir bû. Me jî zêde rewşa İraqê li ber çavan girt û pêwîst nedikir vê yekê zêde bikin.

Nêrînek heye û dibêje; tenê Kerkûk bi şer dikare bikeve ser Herêma Kurdistanê, nêrîna we çiye?
 
Kemal Kerkûkî: Şer bi şer nîne, dema şiddetê derbaz bûye. Dilê me ne xwest em li ser Kerkûkê şer bikin û rojane şehîdên pêşmerge biçin nava malbatan de. Şer û kuştina li gel beramber, ew tişt derbaz bûne. Gel di nava 17 rojan de Mûbarek guherandin, tevî ku bi salan bû artêşa Misrê hewl didan, ne dikarîn Mûbarek bi guherînin. Niha jî dema wê yekê em dakevin ser cadeyan, li ser cadeyan rûnin û wekî Gandî bikin. Rêya herî baş a ji bo cîbicîkirina maddeya 140 û bi destxistina mafan, daketin û rijana ser cadeyane, ev hemû jî li pêşin û hemû dem jî guncawe. Niha rewşek din heye û çekek bi hêztir jî heye, ew jî gele. Kerkûk wê bi gel bê standin. Bi wê yekê ku di nava bazarê de rûne, hemû çûyînhatin û karên îdarî li wî bajarî felc bikin û jêre bêjin, mafê mine û ez dixwazim. Ez we piştrast dikim eger referandûm jî neyê kirin, wê xelk biryara xwe bide.
 
Eger heya vekêşana hêzên Amerîka ji İraqê, maddeya 140 neyê cîbicîkirin, piştî vekêşanê ne zehmetire?
 
Kemal Kerkûkî: Bi baweriya min berî vekêşanê baştire, ji ber Amerîkî ji bo rawestandina aramiyê fakterekin û li vê navçeyê bandorek wan heye.

 

(Rûdaw)
 

 

Back to top button