Navê hêza Zêrevanî dê bibe Polîsê Federal

Fermandarê hêzên pêşmergeyên zêrevaniyê yê herêma Kurdistanê lîwa Ezîz Weysî, diyar kir, dê navê hêzên Zêrevaniyê bo “Polsî Federal” bê guhertin.
Fermandarê hêzên pêşmergeyên zêrevaniyê yê herêma Kurdistanê lîwa Ezîz Weysî, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Hewlêrê, got: “Hêzên Zêrevaniyê yên Kurdistanê, sala 1997ê, bo alîkariya hêzên polîs, asayişê û parastina dezgehên hikûmetê hatibû avakirin.”
Lîwa Weysî, diyar kir ku, niha hêzên Zêrevaniyê, ser bi wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê ve ne û got: “Di demê pêş de dê navê vê hêzê, bibe “Polîsê Federal” û erka wê jî, dê parastina ewlehiya herêma Kurdistanê be.
Ezîz Weysî, derbarê muçeyê hêzên Zêrevaniyê de jî axivî û wiha got, “Projeyek heye ku dixwazin mûçeyê hêzên Zêrevaniyê zêde bikin. Mûçeyê pêşmergeyên Zêrevaniyê, li gorî mercên niha, pir kêm e.”
Weysî got jî ku li gor rêkeftineke navbera wezareta navxwe ya Îraqê û wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê ku, bi amadebûna fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Îraqê hatiye îmaza kirin, dê firqeyeke 15 hezar kesî ji hêza bergirî û hêza zêrevanê bê avakirin û navê wê dê bibe polîsê federal.
Weysî got jî ku hikûmeta Îraqê dê meaş û rahînana firqeyê bike û dikar ji bo parastian emniyeta bajarên din yên Îraqê jî bibe, lê divê bi miwafiqeta wezareta navxa ya Kurdistanê be.