Civak

Federasyona Jinên Karsaz tê damezrandin

Jinên kurd ên karsaz bo danasîna aboriya Kurdistanê çûn Qeterê û bi projeyeke girîng vegeriyan. Pênc jinên kurd beşdarî dûwem konferensa sympoziyuma navdewletî a jinên karsazên Qeter bûn. Wan piştî vegera xwe federasiyona xanimên karsazên Kurdistanê damezrandin û vêga federasyona wan çaverêya moleta wezareta navxwe ye da ku dest bi kar bike.

Ev konferense di rojên 17 û 18ê meha borî de, li bajarê Doha ya paytexta Qeterê bi beşdarbûna dehên jinên sermayedar birêveçû. Pênc jinên kurd jî tê de beşdar bûn, ku ev bûn: Xwediya şirketa Tigris Ferda Cemîl Paşa, parêzera rawêjkar Jiyan Ezîz Gerdî, seroka rêxistina şiyansaziya jinan Sozan Arif, parlamenter Tara Esedî û xwediya xwendingeha bilind a sivîl Tirîske Esedî.

Sîmpozyuma Qeter bo xanimên karsaz ku di sala 2001an de hatiye damezrandin, çend jinên sermayedar ên Qeterê lixwe digire û rasterast ji aliyê Şêxe Moze ya hevjîna mîrê mîrnişîna Qeterê û bankên navdar ên Qeterî piştgiriya wê dikin.

Parêzer Jiyan Ezîz Gerdî derbarê vexwendina wan bo vê konferenê ji Rûdawê re got: “Ev vexwendin bi riya jineke Sûrî bû ku navê wê Meysun e û di çarçoveya saziyên civaka sivîl de kar dike. Her çiqasî em bi nûnertiya jinên herêma Kurdistanê hatibûn vexwendin, lê ji ber karkirina me weke tîmekê bi hevre, hisabê nûnertiyê ji me re hat girtin.”

Ferda Cemîl Paşa ku şirketa wê çend projeyên bînasaziyê li herêma Kurdistanê bicih kirine, gotinên Jiyan Gerdî piştrast dike û dibêje: “Pêşî Meysun pirsiyar ji min kir, ku gelo tevî wê semînerê dibî? Min jî got naxwazim bi tenê bêm, ji ber naxwazim tenê nûnertiya xwe bikim. Lê eger semînereke min hebe û bikarim li ser rewşa herêma Kurdistanê û şert û mercên jinan baxivim, wilo beşdar dibim.”

Ferda Cemîl Paşa ku malbata wê di bingeh de xelkê Bakurê Kurdistanê ne, got: “Jinên kurd di aliyê hişyariya civakî, fikirî û çandî de pir ji jinên Qeterê pêşketîttir in. Di nav me de hinek kes hebûn wiha bawer dikirin ku divê em pir tiştan ji wan fêr bibin, erê me çi ezmûneke wan heye ku em ji wan fêr bibin? Ew kesên profesyonel ji derve tînin û wan didin xebitandin. Lewma bi baweriya min jinên Qeterê pir tişt ji me wergirtin. Herwiha fam kirin ku Kurdistan cihekî başe bo aboriya azad.”

Ferda di roja dûwem a sîmpozyumê de semînerek li ser şirketên xêzanî pêşkêş kir. Jiyan Gerdî li ser semînera Ferda got: “Semînera Ferda xanimê pir bala jinên amade kişand. Herwiha di gengeşe û rûniştinên dû-sêalî de me agahî derbarê Kurdistan, bîznis û jinên kurd de dane wan.”

Jiyan Ezîz Gerdî û Tara Esedî bi cilên Kurdî beşdarî sîmpozuymê bûn, vê jî wisa kir şanda kurd zêdetir bala jinên amade bikişîne. Ferda dibêje: “Jiyan û Tara pêşdem gotin emê cilên kurdî li xwe bikin. Bi rastî vê yekê jî bandoreke zêdetir li ser nasandina jin û çanda kurdî kir.”

Piştî ku ev jin ji Qeterê vegeriyan, bi hev re civiyan bona gotûbêjkirinê li ser damezrandina rêxistineke aborî ya jinan li Kurdistanê. Van gotûbêjan bi xwe re ramana damezrandina Federasyona Kurdistanê bo Xanimên Karsaz, anî.

Jiyan Gerdî got: “Bandora sîmpozyuma Qeterê wisa li me kir ramana damezrandina vê rêxistinê bikin. Bernameya vê rêxistinê xilas bûye û bi mebesta wergirtina moletê me şandiye ji wezareta navxwe re.” Lê Ferda dibêje berî civîna Qeterê jî ev raman hebû: “Piştî civîna Qeterê yek ser me hewl da vê ramanê ku demek bû li ba min çêbûbû, bicih bînin.”

Back to top button