Cîhan

Mehlis: Bi fermana Beşar Esed Elherîrî hatiye kuştin

Dozgerê almanî û serokê berê ya komîteya lêkolîn û lêpirsîna navnetewî `Detlev Mehlis` ya derbarê terorkirina Refîq El-Herîrî serokwezîrê berê yê Libnanê, ragihand ku bi fermana Beşar Esed serokomarê Sûryeyê, El-Herîrî hatiye kuştin.

Li gorî ragihandina Detlev Mehlis, sedema serekî ya kuştina Refîq El-Herîrî, biryara civata tenahiyê ya 1559  a derbarê derketina artêşa Sûriyeyê ji Libnanê, hevkariya El-Herîrî digel Amerîka û Fransayê ji bo roxandina rêjîma Esed û bêçekkirina rêxistina Hizbûlaha Linabnî bûye.

Detlev Mehlis, di ragihandineke xwe ya digel radyoya almanî, ragihand ku pergala desthilata rêjîma Sûriyeyê, ti carî napejirîne ku bê fermana serokê wî welatî, taweanekî bi vê rengî bête encam dan, ev jî tê wê wateyê ku bi fermana Beşar Esed, serokwezîrê berê Refîq El-Herîrî hatiye kuştin..

Derbarê roxandina rêjîma Sûrî de, wî berpirsî aşkir kir ku rêjîma Beşar Esed, dê di heyama salek yan du salan de bête roxandin, lê belê wî derbarê hêza opozisyona Sûrî jî, diyar kir ku nizane ta çi radeyê bihêze û rola xwe ji bo roxahndina rêjîmê heye. (pukmedia)

Back to top button