Polîtîk

Burkay: Serkeftina di hilbijartinê de ne bes e, karkirin pêwîste

Siyasetmedar û nivîskar Kemal Bûrkay di daxuyaniyeke xwe ya digel Ajansa Nûçeyan ya Cîhanê (CHA) de derbarê serkeftina nazmedên serbixwe yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de got:

– Tenê serkeftina di hilbijartinê de ne bes e, têra wê jî nake ku bibe nûnerê kurdan. Di xula borî de jî grûpa van hebû. Lê em nikarin bêjin di warê çareseriya pirsa kurdî û demokratîkbûna welêt de karekî baş kirin.

Kemal Bûrkay di berdewamiya dexuyniya xwe de got:

– BDPê di xula borî de wek pêwîst pişgirî neda çareseriya pirsa kurdî û prosesa demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê. Di doza Ergenekonê de piştgiriya pêwîst neda…. Bo çareseriyê hertim pirs bi Îmraliyê kir û wek muxatab jî Ocalan nîşan da. Helwesta wan a heta niha hêvîbexş nîne, ez hêvîdar im dê di qonaxa nû de helwesta xwe biguhere.

Bûrkay amaje bi wê çendê kir ku AK Partî nikare tenê bi serê xwe destûra nû ya Tirkiyekê biguhere lewra divê digel CHP, BDPê û partiyên din li hev bike û ji bo çareseriya pirsa kurdî û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirineke civakî heye.

Navborî da xuyakirin ku yek ji karên pêşîn yên ku divê di vê pêvajoyê de bên kirin; çêkirina destûreke demokratîk e û yê din jî rêxweşkirin bo ragihandina agirbestekî dualî ye û çareserî bi gavên dudilî pêk nayê pêwîst e gavên biwêr bên avêtin û efûyeke giştî bê derxistin.

Back to top button