Nivîsar

Bila Newroz bibe hêviya yekitiyek netewî Kurdistanî..

Newroz li gelên Kurdistanê pîrozbe.

Newroz cejna netewî, her sal di qonaxên cuda de tê pîroz kirin û li gora van qonaxan jî daxwaziyê Kurda têne guhertin. Newroza sala 2020ê di dema destpêka nexweşîya Pandamiyê de bû û wek salan  di qadan de bi coşên mezin nehat pîroz kirin. Îsal jî hêja nexweşîya malxirab berdewame.

Newroza sala 20121ê de hevîya mezin ewe ku, destkeftiyên Kurdistanî bêne parastin. Destkeftiya herî mezin a Kurdistanî di roja me de statûya başûrê Kurdistanê ye û ew niha di bin tehdîtek mezin de ye. Dewletbûna Kurda ji aliyên dijminên hindirû û derve tê asteng kirin. Gerek di rastiyê de em wek Kurd vê destkeftiya pîroz wek bîboka çavên xwe biparêzin û tehdîtên li ser başûrê Kurdistanê jî bibînin.

Hewldanên mezin hene ku başûrê Kurdistanê bikin qada şerek bê wate. Lê îradeya miletê Kurd heta wek îro kariye li himber van tehdîta bisekine. Hêvî ewe ku behtir ev statûya heyî li başûr bê parastin. Hêviya ku kurda ber bi dewletbûnê ve bibe di vê qonaxê de tenê başûrê Kurdistanê  ye.

Ji aliyek din , eger rojavayê Kurdistanê ji bin bandora taşeronên siyasî xwe azad bike, yekreziyek di nava aliyên Kurdistanî de bê avakirin, dê kurd li vî beşê Kurdistanê jî bigihin armancek pîroz û dê bibin xwedî statûyek netewî. Hêvî ewe ku Newroza 20121ê bibe sedemek ku ev yekrêzî li rojavayê Kurdistanê pêkwere.

Li rojhilatê Kurdistanê zilm û zordariya rejima xwînbidest berdewame, rojane çalakvanûn kurd têne darvekirin û di zîndanan de jiyana xwe ji dest didin.

Li bakurê Kurdistanê di vê Newrozê jî aloziya hizrên netewî derbas dike. Hêvî dikin ku li himber zordariya deleta Tirk, Kurd bi hizrên netewî doza mefên xwe yên rewa bi rêya diyalog û  aşîtiyê bikin.

Newroz bi hemû hestên netewî, Kurdistanî û niştimanperwerî li gelên Kurdistanê pîroz be…

Karmendên Rojevakurd

Back to top button