“Bila kurdî ne zimanê me, bila kurdî hemî cîhana me, hemî hebûna me be”

Kurd li ser axa xwe bi zimanekê ko ne zimanê dayika wan e dihên perwerde kirin û ji ber vê perwerdeya ne bi zimanê kurdî gellek caran şehrezayîya wan di zimanê dagîrkeran da ji şehrezayîya wan ya bi zimanê kurdî zêdetir e. 

Her ev dibe sedema wê ko gellek caran bi çavekê kêm li zimanê kurdî binihêrin û pesnên zengînî û dewlemendîya zimanê dagîrkeran bidin. An bervajî wê, bi nezanî gellek bêqam pesnên zimanê kurdî didin. Herdu jî ne saxlem in. 

Lê ew nizanin ka zengînîya zimanê wan çend e. Gellek nivîskar hene ko bi dehan kitêb û roman û ferheng û rêzimanên wan yên bi kurdî çap jî bûne lê kurdîzanîya wan wekî kurdîzanîya tirkekî ye ko xwe fêrî kurdîyê kiribe. Anko kurdîzanîya wan ne resen e, ne li ser koka dara kurdîyê ye. Ew li destpêkê di zimanê tirkî da melevan bûne, paşî ji ber sedemên xebata sîyasî li zimanê xwe xwedî derkevtine. Bi vî rengî zimanê wan yê dayikê her gav, an pirranîya gavan dûvelank û peyrewê zimanê tirkî ye. 

Ew gellek alîyên zimanê kurdî nanîyasin. Hevalekê min digot “erebî behir e, di erebîyê da 19 ‘en hene: ‘en a sebebî, ‘en a nesebî, ‘en a derfî, ‘en a …” Min bersiv da, “Tu dizanî di kurdîyê da jî me 21 ber hene: ber anko kuçik, kevir; ber anko alî; ber anko berhem, fêkî; ber anko …” 

Çend rojekan berî niha roja cîhanî ya zimanê dayikê bû. Çend hevalekan di ragehînên (medya) înternetî yên mîna Facebook û Twitterê da ew roj bi navê roja “Zimanê Zikmak” pîroz kiribû. Hevalekî jî ji yên dî pirsîbû ka zimanê zikmak dirist e an zimanê dayikê. Bi min bersiv ji wê eşkiratir bû ko bûba cihê pirsyarê. Lê dîsa min bersiv da. 

Di zimanê kurdî da peyva ”zikmak” ji du paran pêk dihêt zik + mak. Raman zik-ê diyar e, lê li vêderê, bi rengekê berfirehkirî merema wê ne zik lê malzarî ye. Mak jî jêder anko dayik e. Bi kurdî zikmak anko zikmakî ew tişt an ew rewş in ko hema di malzarîya dayikê da anko ji dema bûnê (jidayikbûnê) ra bi mirov an bûnewerên dî ra peyda dibin. Bavûkalên me berê digot “filankes zikmakî kor bû” anko paşê di temenêkê mezintir da bînahîya xwe wenda nekiriye, hema ji destpêkê kor bû. 

Mirov dikare bibêje ko di zimanên ewropayî da ji vê ra dibêjin “congenital”. Ji bo mînak hindek zaro di dema bûnê da tûşî nexweşîya siflîsê ne. Siflîs ne nexweşîyeka bomayîk anko genetîkî ye, mirovên mezin, û pirranî yên dehmenpîs tûşî wê dibin. Hindek caran zaro bi sedema tuşbûna dayika xwe bi nexweşîya siflîsê bi rengekê zikmakî bi siflîsê nexweş dikeve. Ev rewş rewş siflîsa zikmak(î) an congenital e. Dibe ko nexweşîyek (an her rewşeka dî) zikamkî be lê bomayîk anko genetîkî nebe. 

Ji bo mînak dibe ko mejîyê zaroyekî ji ber sedemên cidacida di malzarîya dayika xwe da bê oksîjen mabe û zaro bi dalengîyan anko kêmasîyeka zikmak ya mejî bihêt ser vê cîhanê, lê ew kêmasîya mejî girêdayî rewşa zaroyî di malzarîyê da ye, çi eleqeta rewşê bi gen anko keristeyê bomayîk anko genetîkî yên zaroyî ve nîne. Bervajî vê jî heye, dibe ko nexweşîyeka bomayîk anko genetîkî hebe, lê di dema bûn anko jidayikbûnê da zaro ne nexweş be, ew nexweşî xwe di temenê 20 salîyê da nîşa bide. 

Ko em peyva zikmankê bi vî rengî fehm bikîn, wê demê zimanê zikmakî şaş e, ji ber ko zaro bi çi zimanekî ji 6 000 zimanên heyî ji dayika xwe nabe. Piştî heyameka danûstandina bi kesên derdora xwe (pirranî bi dayikê ra) ew hêdî-hêdî fêrî zimanê xwe yê pêşîn dibe. Ev zimanê pêşîn hema bibêje hemî deman zimanê dayikê bûye. Lê niha rewş hatîye guhartin. Gellek caran dayikên kurd zaroyên xwe di dergoşê da fêrî zimanekê bi perestîj dikin. 

Her çend e ko di zimanzanîya nûdem (a mîna zimanzanîya Noamê Chomsky) da ziman bi rengekê bomayîk di genên mirovan da heye, lê ramana wê ew e ko keristeyê laşanî (fîzîkî) û şîyanên erkanî (funksyonel) yên axivtin û hînbûna zimanan bi rengekê bomayî di mirovan da hene. Ramana wê ne ew e ko kurd bi rengekê bomayîk hînî kurdîyê dibin û japonî hînî japonîyê. 

Ko ne weha be, dibê mirov bibêje ko heker zaroyekê nûzayî yê kurdan li mala Atatirkî jî perwerde û mezin bibe her dê bi zimanê kurdî biaxive, ji ber ko zimanê kurdî “zikmak” e anko ji dema malzarîya dayikê ra digel wî ye. Xwezî weha bûya û zimanê kurdî zimanekê zikmak bûba. Wê demê bişavtin anko asîmîlasyon nedibû. Lê mixabin em dibînin ko ne weha ye. Ziman ji derdorê, û nemaze ji axivtina dayikê dihêt, ne ji malzarîyê. 

Dibe ko heta van salên dawîyê jî axivtina li ser zimanê dayikê ji niha sanahîtir ba. Lê bi têkhilîyên mezin yên navbera gundîyên Gundê Cîhanî, nemaze li derên mîna Ewropayê, gellek caran dayik elmanî ye, bab ingilîz e, bapîr ji alîyê babî ve inglîz e, ji alîyê dayikê ve elmanî, dapîr ji alîyê babî ve fransî ye û ji alîyê dayikê ve holandî. Bi ser vê ra jî zaro li Swêdê mezin dibe. Paşî dibe welatîyê Welatên Yekgirtî yên Emrîkayê. Di van rewşan da gellek caran pênasekirina zimanê dayikê zehmet e. 

Hindek kes nabêjin zimanê dayikê, dibêjin zimanê yekê anko zimanê herî pêşîn. Anko ew zimanê zaro çend peyvekên destpêkê û hînbûna zimanî bi wî zimanî dest pê dike. Di vî warî da hindek behsa wî zimanî dikin ko zaro di çend salekên destpêkê ji jiyana xwe da bi wî zimanî diaxive û dibe zimanê kesînîya wî. Lê hindek kes hene behsa zimanê serekî dikin, anko ew zimanê zaro pirranî ya dema xwe bi wî zimanî derbaz dike û dikare behsa mijarên hizirî û zanistî û civakî yên herrojî yên xwe bi wî zimanî bike. Hindek pîverên dî hene mîna zimanê ko mirov pê xewnan dibîne jî dihên behskirin. bi ser van ra hene yên ko behsa zimanê neteweyî dikin. 

Bi kî pîvanê be, zimanê kurdî ji bo pirranîya kurdan ne zimanê dayikê ye. Bila kurdî bibe cîhana ko em têda dijîn, bila kurdî ne zimanê me, bila kurdî hemî cîhana me, hemî hebûna me be.

———————————–

Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ [email protected]

Nerîna min :