Polîtîk

PKK êrîşî Tevgera Ciwanên Kurdistanê kir

Îşev li dora saet 21:00 de grubek, bombeyê dengê avêtin ber avahiya komeleya me ya Slopî. Tiştê niha xuyaye, kesên ku vê kiryarê kirine, ciwanên girêdayî PKK/BDP ê ne. Ger PKK/BDP di derbarê vê mijarê de di demek kin de daxuyaniyek nede û ispat neke ku tu eleqeya wan bi vê bûyerê re tuneye, ewê bibin berpirsyarê hemû nexweşiyên ku ji îro pêve bibin.

Tevger di rêya ku dimeşe de tu tavîzan nade kesî û bejna xwe li hember tu tehdîtan jî natewîne. Emê wek Ciwanên Kurdistanê, ji sekna xweyê netewî tu tawîzan nedin. Kesên ku me bi hinekên din re tevlîhev dikin şaşitiyê dikin. Em hêvîdarin ku rêvebirên BDP ê di demek kin de daxuyaniyek bidin, vê bûyerê nelet bikin û ispat bikin ku tu eleqeya wan bi bûyerê re tuneye. Ger PKK/BDP daxuyaniya “tu eleqeya wê bûyerê bi me re tuneye” nedin, vê ispat nekin, ewê bê wateya ku vê sûcê qebûl dikin. Bêşik kesên ku erişî mirovên di doza Kurdistanê de bihîstiyarin bikin, nikarin ji bin vê barê rabin û teqez ewê hesabê wê bidin gelê Kurdistanê.

Pêxwasên kuça ne mihetabê me ne, mihetabê me rêvebirên PKK/BDP ê ne û em li bende ne ku di demek kin de daxuyaniyek bidin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button