Dosya

DNO: Boriyek nû ji bo hinartina nefta Kurdistanê

Kompaniyeke Norvejî ku, li herêma Kurdistanê di warê berhemanîna neftê de kar dike di daxuyaniyeke de eşkere kir ku, ew kompaniye dê boriyeke nû aji bo hinartina neftê navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê rabikêşe. 

Kompaniya DNO a norvejî ku li bîra neftê Tawikê nêzîkî bajarê Zaxoyê kar dike, got ku ew xwe made dikin boriyeke nû ji bo hinartina nefta bîra Tawikê bo derve, navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê rabikêşe û dê bi rêya wê boriyê nefta bîra Tawikê bo derve bişîne.

Li gor daxuyaniya kompaniya DNO bîra neftê Tawikê niha roja 100 hezar bermîlên neftê berhem tîne û heta dawiya îsal dê bigihîne 200 hezar bemîlan di rojekê de.

Back to top button