Bila kesek bi hestê neteweyî neleyze
Cîgirê serokê partiya demokrat a Kurdistanê (PDK) û serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bersiva “şirove û dengvedanên şaş” ên serdana xwe ya Tirkiyê da û wiha got, “Em hertim piştevaniya mafên kurdan li her derî dikin.”
Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, piştî kuştina 24 serbazên Tirkiyê di şerê navçeya Çelê ya Colemêrgê de, serdana Tirkiyê kiribû û wek “nûnerê taybet” ê serokê Herêma Kurdistanê, sersaxî ji hikûmeta wî welatî re xwestibû.
Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî, wek bixwe dibêje, “hinek şirove û dengvedanên şaş” li ser vê serdanê hatibûn kirin û bi vê yekê dixwestin “bi hest û sozên neteweyî” yên kurdan bilîzin.
Lewre, îro serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi daxuyaniyekê ku di li ser rûpela wî ya Facebookê hat weşandin, bersiva van şiroveyan da.
Barzanî, di daxuyaniyê de, behsa serdana xwe ya Tirkiyê kir û wiha axivî, “Ez piştî operasyona leşkerî ya devera Hekarî, çûm Tirkiyê û min helwesta xwe li ser vê yekê ragihand. Yên ku ji siyaset, yasa û pêwendiyên navdewletî fêm bikin, dizanin mebesta min ji wan gotinan çi bû. Lê mixabin, li hinek cihan, bo ku bi hestên welatiyan bilîzin, şiroveyên xelet li ser gotinên min hatin kirin.”
Nêçîrvan Barzanî, diyar kir, ew di bin her mercekê de, piştgiriya mafên kurdan li her cihekî dikin û wiha anî ziman, “Me heta niha xwe ji piştgiriya gelê kurd paşde nedaye û dê ev yek hertim bidome.”
Barzanî, got, ew ne li dijî îdeolojî û şêwaza xebata PKKê nîne û rexne li PKKê jî kir ku rewşa Herêma Kurdistanê berçav nagire û dibe sedema wê ku xaka Herêma Kurdistanê bibe meydana şer û tundiyê û welatiyên sivîl zirarê bibînin.
Nêçîrvan Barzanî, di dawiyê de, daxuyand, parastina van destkeftan erka hemû kuran e û wiha got, “Em xwe wek xemxarê rast ê gelê Kurdistanê dizanin û ji her kesî zêdetir xwe li hember wan berpirsiyar dibînin. Ez hêvîdar im ev peyama min wek xwe bê wergirtin.”
Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, piştî kuştina 24 serbazên tirk li navçeya Çelê, ku 14ê cotmehê di şerê PKKê de rû dabû, çûbû Tirkiyê û digel wezîrê derve û serokwezîrê Tirkiyê hevdîtin pêk anîbû. (AKnews)