Cîhan

Barzanî digel Xamenayî û Ahmedînejad civiya

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Îranê de, duhî Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê ji aliyê ayetulah Elî Xameneyî rêberê bala yê şoreşa îslamîya Îranê  ve hat pêşwazî kirin

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê  keyfxweşiya xwe ji ber hevdîtina bi rêberê bala yê şoreşa îslamiya Îranê re diyar kir û Îran welatekî dost wesif kir û got dewlet û miletê Iraqê tu caran qencî û alîkariyên dewlet û miletê Îranê li rojên dijwar û tengiyê de ji bîr nake.
Serokê Kurdistana herwisa tekîd li ser pêkvejiyan bi aşitî û biratî di navbera hemû netewe, mezheb û pêkhateyên Îraqê kir.

Her di çarçoveyê serdana xwe ya bo komara Îslamiya Îranê serokê Barzanî digel Mehmûd Ahmedînejan serokê Komara Îslamiya Îranê civiya û li ser rewûa siyasî û emnî ya Îraqê gotûbêj kirin, her wesa serokê Kurdistanê û serokê Îranê di civîna xwe de tekîd li ser ber bi pêşvebirina têkeliyên di hemû waran de kir.

Serok Barzanî û Mehmûd Ehmedînejad serokê Îranî

Her wesa Serok Barzanî li Tehranê digel Seîd Celîlî serokê civata balaya emniyeta netewiya Îranê civiya û di civînê de behsa têkeliyên dualî û rewşa emnî ya ser sînoran hat kirin.

Roj 29.10.2011ê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê bi serdaneke femî gihîşte Tehrana paytexta Komara Îslamiya Îranê û ji aliyê mezine berpirsên îranî ve hat pêşwazî kirin.

Back to top button