Nivîsar

Bila aliyên siyasî di civînên xwe de herkesî mecburî axavtina Kurdî bikin !

Ew komik û kesayet li gund û bajarên Kurdistanê de,yan jî di cîhên ku dikarin bila kursên zimanê Kurdî vekin.Keç û xortên me teşwîqê fêrbûna zimanê kurdî bikin….

Mustafa Kılıç

Ji bo sedemên cuda cuda,îro piranîya Kurdên Kurdistana bakur ji zimanê kurdî dûr ketine û tu qedir nadin zimanê xwe.

Ji bo vê ,di salonan de civîn çêkirin,kampanya îmze vekirinê û di sosyal medyayê de bi zindî weşan çêkirin kiryarên baş in.Lê problemên me çareser nakin û zimanê me jî gavek pêşte nabin

Komik û kesayetên ku îro doza ferbûn û fêrkirina zimanê Kurdî dikin berîya herkesî bila xwe û malbatên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.Li malên xwe de bi Kurdî bipeyivin.

Komikên sîyasî di cîvînên xwe de bila herkesî mecbûrî peyivandina zimanê Kurdî bikin.

Ew komik û kesayet li gund û bajarên Kurdistanê de,yan jî di cîhên ku dikarin bila kursên zimanê Kurdî vekin.Keç û xortên me teşwîqê fêrbûna zimanê kurdî bikin.

Yên ku dixwazin rûyeke resmî bidine zimanê kurdî û di vî warî de kampanya îmzeyê vekirine,berîya her tiştî bila li bakurê Kurdistanê ,gund bi gund,bajar bi bajar bigerin û zimanê Kurdî li ser Kurdên ku asîmîle bûne bidine qebûl kirin.

Yên ku dixwazin xizmetîgelê xwe bikin, bila herin bikevin nava Kurdên ku li Stenbol,İzmir û bajarên din ên Tirkîyê de dijîn.

Bila hewil bidine xwe ,wan teşwîqê hînbûna zimanê Kurdî bikin û bi milyonan Kurd ji asîmîle bûyine azad bikin.

Em xwe nexapînin,bakurê Kurdistanê ne tenê ji Amedê pêk tê. Amed milyonek ji 25,30 milyon kurdên bakurê welatê me ye.

Heya ku piranîya me bi zimanê Kurdî nepeyive,li zimanê xwe xwedî dernekeve û heya ku ciwanên Kurd ji Xarpût,Erzîncan,Dêrsim,Kers,Agirî Riha,Dîlok,Mêrdîn û Ji Erziromê bangî dewleta tirk nekin û nebêjin bila zimanê Kurdî bibe zimanê resmî û yê xwendinê, Dewleta Tirk guh nade bangî 100,200 kurdên teqawid bûyî û ji Amedê bang dikin.

23.02.2021

Back to top button