PolîtîkRojev

Zimanê Me Hebûna Me Ye

Em bi awayeke xurt piştgiriya kampanyaya imzeyê dikin

Roja 22’e Sibatê li Diyarbekirê bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî kampanyayeke imzeyê dest pêkir.

Diruşm û armanca kampanyayê imzeyê ev e:

Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê…

Ev daxwaz daxwazeke neteweyî, rewa, demokratik û insanî ye.

Em bi hemî hêz û imkanên xwe piştgiriya vê xebata pîroz dikin.

Ev sedsal e ku millete Kurd ji hemî mafên xwe yên neteweyî û demokratik hatiye bêpar kirin.

DewletaTirkiyê ji bo pişaftin û tune kirina zimanê Kurdî heta îro tevîrê û metodan bi awayeke ne insanî bi kar aniye.

Tunekirin û pişaftina zimanê Kurdî di eynî wextê da dijminahiya netewa Kurd e û kiryareke dijê mirovahiyê ye.

Lê eksê vê siyaseta şoven û hovane, gelê Kurd jî di dirêjahiya dîrokê da tu car stuyê xwe xwar nekiriye û zimanê xwe yê şêrîn neterikandiye.

Kampanyaya imzeyê bo zimanê Kurdî perçeyeke vê têkoşîn û berxwedana miletê Kurd e.

Em kampanyaya imzeyê bo zimanê Kurdî wekî kareke dîrokî û pîroz dinirxînin

Em hêvî û bawer dikin ku gelê Kurd dê bi ruheke seferberiyê xwedî li vêkampanyayêderkeve û piştgiriyê bike. Ev kampanya bila bibe sedemê geş kirin, bi hêz kirin û bilind kirina hişmendî û hestiyariya neteweyî.

Bi vê kampanyayê em nîşanê dewleta Tirkiyê û hemî dezgehên dinyayê bidin ku em wek Milet xwedî zimanê xwe derdikevîn

Heta zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî, heta zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê perwerdehiyê divê xebat û kampanyaya hanê bidominin.

Divê hebûna miletê Kurd di destura bingehîn da bê qebul kirin, zimanê Kurdî wek zimanê fermî û perwerdeyê di destura bingehîn da were desteber kirin.

Werin em bi kampanyaya imzeyê rumeta zimanê Kurdî geştir, hêztir û bilindtir bikin.

24.02.2021

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button