PolîtîkRojev

Huda Par: Divê zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Zekeriya Yapicioglu li ser rojeva destûra nû ya Tirkiyê diyar kir ku divê nasnameya Kurd di vê destûra nû de bê naskirin.

Zekeriya Yapicioglu ji bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê mijara destûra nû de ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ev mijar anî rojevê û niha bûye rojeva giştî ya Tirkiyê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pêkanîna destûreke nû û nêrîna Partiya Doza Azad (Huda Par) derbarê vê mijarê de, Zekeriya Yapicioglu diyar kir: “Di sala 2012an de dema me Partiya Doza Azad (Huda Par) damezrand, mijareke me ya sereke di bernameya me ya partiyê de jî ev bû, me got destûreke nû ji bo îrada miletê Tirkiyê bi tevahî, Kurd û Tirk çi milet li ser axa vî welatî dijîn, ji bo ku îrada wan nîşan bide, destûreke nû lazim e. Ev destûra ku heye, di sala 1980an de di 12ê Îlonê de cunteyeke eskerî dest danî ser desthilatê û ev destûr jî wî çêkir.”

Li ser pirsa “AK Partî dixwaze li ser destûra nû, destpêkê ligel MHPê li hev bike, gelo li gor baweriya we, partiyeke nijadperest dikare destûreke demokratîk îmze bike?”, Yapicioglu destnîşan kir: “Helbet eger destûreke nû çêbibe, çiqas partî û alî li vî welatî hebinî lazim e tev li dor maseyeke gilover were danîn û temamê partiyan helbet fikrên xwe bibêje. Ne mimkun e ku hemû partî li ser yek xalekê bicivin, lê her kes cihê ku lê sekiniye, gavek ber bi hevalê xwe biavêje, mimkun e ku nixteyeke ku her kes qebûl bike em bicivin. Lê birastî hîn di destpêkê de MHPê got her çar xalên ewilî ji bo me xeta sor e. Piştî vê beyanê AK Partî jî piştgirî da, lê ev metirsiyeke wisa datîne ber me ku em wisa dibînin, belkî ev xebat bê encam bimîne, ji ber vê helwesta wan.”

Zekeriya Yapicioglu diyar kir: “Ji bo ku em bikarin ji vê destûrê re bibêjin destûreke nû, lazim e ti xalên ku bibêjin ’em van neguherînin’ tune bin. Ev destûra nijadperest ku her çar lingên ku li ser wan ava bûye, ew xalên ewil in.”

Derbarê nêrîna Huda Parê li ser hebûna pirsa Kurd di destûrê de eşkere kir: “Di vê destûrê de ji bo çareserkirina kêşeya Kurd, çend pêşniyarên me hene; em dibêjin divê nasnameya Kurd di vê destûra nû de bê naskirin. Lewra Kurd jî eynî wek Tirkan damezrînerê eslî ne ji bo vê komarê. Sed sal berê ev komar bi hev re damezrandin. Bav û kalên me yên Kurdan û bav û kalên Tirkan, bi hev re ev komar damezrandine. Lazim e astengiya li pêşiya zimanê Kurdî di destûra nû de tune be. Îro di vê destûra mewcûd de, dibêje ji bilî zimanê Tirkî, ti ziman ji bo hemwelatiyan nikare bibe zimanê perwerdehiyê. Em dibêjin divê zimanê Kurdî bi zimanê Tirkî re di destûrê de bibe zimanê fermî yê duyem.”

Back to top button