Civak

Bikujên Duayê hatin îdam kirin

 

Li gor wan agahiyên gihiştîn malpera rojrvakurd, dadgeha bala a tawanan a Mûsilê cezayê îdamê da çar tawanbar û bikujên keça êzidî Duayê ku bi awayekê hovane bi keviran kuşt bû.

Li gor jêderê dadgeha bala a tawanan a bajarê Mûsilê roja pêncîemiya borî dadgehê biryara îdamkirinê li ser çar qatilên Duayê cî bi cî kir.

Ew tawanbarên hatîn îdfam kirin du birayên Duayê û yek mirovê wê û yek jî tu têkeliya malbatê bi wê re nebûye.

 Weke tê zanîn roja 7.4.2007 keça kurd a êzidî bi keviran ji aliyê bira, mirov û xelkê ve bi awayekî gelek hovane hat kuştin û wê bûyerê li Ewropa û hemû cîhanê gelek dengveda û bibû mijara rêxistinên mafê mirov li cîhanê.

Back to top button