Polîtîk

Bello: Nexweşî di navbera lîsta Ellawî û Malikî de heye

Endamê hevpeymanîya Kurdistanî Elî Bello da xuyakirin, ku nexweşî di navbera Eyad Ellawî û Nûrî Malikî de çê bûye, belê ew nexweşî nagihêje radeyê (sînorê) ku rewşa ewledarîya Iraqê jî nexweş bike.

Elî Bello ji PNA re da xuyakirin, ku ev nexweşîya han a navbera Malikî û Ellawî xurt e û dibe di her demekê de, bêtir xurt bibe û bandorên xwe jî hebe.

Elî Bello got: “ Em bawer nakin ku Îtilafa Dewleta Qanûnê bibe egerê xerabûna rewşa ewledarîya Iraqê. Hêzên Amerîka jî hîna li Iraqê ne û heger rewş xerab bibe, dê hêzên Amerîka bê deng nebin.

Back to top button