Polîtîk

Bexda: Protestoyan destpê kir

Bexda – Doh êvarê, bi amadebûna şandewerê Neteweyên Yekbûyî, endamên komisiyona bilinda hilbijartinan, nûnerên kiyanên siyasî û rojnamevanan, encamên dawî yên hilbjartinên parliyamenta Iraqê hatin ragihandin.

Li gora van encaman jî, lîsta Eliraqîyye ya Eyad Ellawî li ser astê Iraqê piranîya kursîyan bi dest ve anî û kursîyên wê 91 bûn. Piştî wê jî lîsta Îtilafa Dewleta Qanûnê ye û 89 kursî bi dest ve anîye.

Belê piştî ragihandina encaman, îro ji serê sibehê alîgirên lîsta Îtilafa Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî, li deverên Salihîyye, Kerrade, Filestîn û Şu`le xwepêşandan saz kirin û nerazîbûna xwe dan nîşandan.

Back to top button