Civak

Tatlises bû şirîkê projeya `Bexçeyê Biheştê`

Dengbêjê naskirî Îbrahim Tatlise li Kurdistanê bû şirîkê projeyek mezin. Îbrahîm tatlises, di derbarê serdana xwe ya Kurdistana Başûr de hinek agahdarî dan. Li Stanbulê di konferansek rojnemevanî de ragihand ku; ewî ji bo filmekî ya reklama serdana Kurdistanê kiribû lê bû şirîkê şirketek mezin.

Tatlises di vê derbarê de got: “ Dema ez çûm li wê derê xwediyê şirketa El Adel United Company Doktor Rüştü Said, pêşniyarek ji bo min kir û min jî gelek baş dît  û ez bûm şirîkê ji % 50 yê vê projeya wan. Ev proje dê li Silemaniyê, li Hewler, Kifrî û Şehrezor ê 70.000 xaniyan ava bike. Eve 18 salin ku ez, di avakirina xaniyan de kar dikim. Ev proje bihayê 1 milyar dolare.“

Herweha Ruştî Said jî da xuyakirin ku: “ Armanca me çêkirina 50.000 xaniya li Hewlêr û Silêmaniye ye,  Em li Kerkukê 10.000 û li Baxdayê jî çêkirina 30.000 xaniyan difikirin.“

Back to top button